Moskow: Daxuyaniyên Zelensky handanek e bo destpêkirina şerê etomî

10-10-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Gengeşiyên li dor şerê nukleerî yê gengaz germtir dibin.
Gengeşiyên li dor şerê nukleerî yê gengaz germtir dibin.
Nîşan Rûsya Ukrayna Şerê Etomî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Gefên  derbarê şerê etomî di navbera Rûsya û welatên din zêde dibe. Serokê Ukrayna dibêje , ku pêwîste NATO  rêgiriyê li Rûsya bike. Li gorî Rûsya NATO xwe ji şer dûr digre, eger NATO beşdarî şer bibe, dê  metirsiya bikaranîna çekên atomî zêdetir bibe.

Gengeşiyên li dor şerê nukleerî yê gengaz germtir dibin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku “Zelensky bang li axayên xwe yên rojavayî dike ku êrîşeke nukleerî ya pêşgir li Rûsyayê bikin.”Nûnera wezaretê Mariya Zaxarova jî da zanîn ku, " Zelensky, bûye cinawirekî ku cîhan bi destê wî dikare bê tunekirin."

Ew bertekên tund ên Moskowê li hember daxuyaniya serokê Ukraynayayê Vladîmîr Zelenskiy e, ku gotibû, divê NATO “zerbeyên pêşgir” li Rûsyayê bide û "li benda êrîşên nukleerî yên Rûsyayê nemîne."

Şarezayên Rûsayayê gengaziya rûbirûbûna rasterast a Rûsya û NATOyê her weha gengaziya bikaranîna çekên nukleerî di mêzgirdekî de raxistine ser mêzê.

Endamê Encumena li gel Serokê Rûsyayê ya Peywendiyên Navdewletî Bogdan Bezpalko dibêje: “Roja îro rêveberiya NATO, xwe ji beşdarîkirina rasterast ya di şerê îroyîn de dûr digre. Ji ber ku ev yek dikare şer ji kontrolê derbixe, û rê li ber bikaranîna çekê nukleerî veke; taktîkî be yan stratejîkî be, êdî wateya xwe nîne. Û di rewşeke weha de, bê guman, welatên ku beşdarî NATOyê dibin, dê têk biçin.  Ji ber ki di şerê stratejîk û global ê nukleerî de aliyê serkeftî wê tunebe.”

Retorîkên li dor şerê nukleerî, navbeyna Rûsya û welatên Rojavayî jî aloz dibe. Bi gotina Serokê Amerîkayê, cîhan bi metirsiya şerê nukleerî re rûbirûye û jêderê vê metirsiyê jî Rûsya ye.

Ji Kremlînê jî hat ragihandin ku gotinên Zelensky, banga destpêkirina şerê cîhanê ye û  berpirsyariya vê yekê jî dikevin ser milên Amerîka û Brîtanyayê.

Endamê Akademiya Zanistên Leşkerî ya Federasyona Rûsyayê Vladimir Kozin jî got: “Doktrîna nukleerî ya Amerîkayê, ji bo bikaranîna çekê nukleerî 14 sedeman pêşbînî dike. Heft ji wan 14 sedeman, bi zanebûn wisa şêlû hatine nivîsandin, ku ew dikarin ji bo rewşa îroyîn jî werin sepandin. Jixwe çekên nukleerî yên taktîkî yên Amerîkayê li nêzî sînorên Federasyona Rûsyayê hatine bicihkirin.”

Di vê navberê de hin rayedarên fermî yên Rûsyayê amaja dikin ku Rûsya dikare di şerê Ûkraynayê de  çekê nukleerî yê taktîkî  bikar bîne.

Di wê demê de ku gengeşiyên li dor bikaranîna çekên nukleerî berdewam in; karbidestên Rûsî bi eşkereyî behsa ti nîşanan nekirine ku alîyê dijber xwe amade dike ku çekên nukleerî bikar bîne.

Li gorî medyaya Amerîkî jî, ne Pentagon û ne jî CIA ti nîşanan nabînin ku Rûsya amadekariya êrişa nukleerî li ser alîyekî bike.

Lewre tenê ew dimîne, em bawer bikin ku gengeşiyên han beşek ji şerê  înformasyonê ye, û ne ku nirxandinên rasteqîn ên niyeta aliyên dijber e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst