Xelata Nobelê ya Aboriyê bo 3 aborînasên Amerîkî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Aborînasên Amerîkî Ben S. Bernanke, Douglas W. Diamond û Philip H. Dybvig Xelata Nobelê ya Aboriyê ya 2022an bi “lêkolînên xwe yên li ser bankan û qeyranên darayî” bi dest xistin.

Di civîna çapemeniyê ya ku li Akademiya Zanistî ya Şahaniya Swêdê de, hat destnîşankirin ku Bernanke, Diamond û Dybvig di têgihîştina rola bankan di aboriyê û çawaniya birêkûpêkkirina bazarên darayî de, nemaze di dema qeyranên darayî de, pêşketinên girîng pêşkêş kirine.

Hat destnîşankirin ku Diamond û Dybvig “di pêşxistina modelên teorîk de hebûna bankan, rola wan a di nav civakê de çawa wan li hemberî gotegotên qeyranan bêçare dike û civak vê bêçaretiyê çawa kêm dike” kar û xebat kirine.

Hat diyar kirin ku xebata sê aborînasan, dê metirsiya ku qeyranên darayî yê ku vediguhere depresyonên demdirêj û encamên tund ên li ser civakê kêm bike.

Di sala 2021an de aborînas David Card û Joshua D. Angrist û Guido W. Imbens Xelata Nobelê ya Aboriyê wergirtibûn.