Teqîna li ser pira Kirimê pirsgirêk ji bo çûnûhatina welatiyan çêkiriye

10-10-2022
RÛDAW
Teqîna li ser pira Kirimê pirsgirêk ji bo çûnûhatina welatiyan çêkiriye
Teqîna li ser pira Kirimê pirsgirêk ji bo çûnûhatina welatiyan çêkiriye
Nîşan Pira Kerçê Kirim Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Teqîna Pira Kerçê ya Kirimê ku berî çend rojan bû astengên mezîn ji bo hatin û çûyîna welatiyan çêkiriye, ev pir rêya tekane ya di navbera vê girava Kirimê û Rûsyayê de ye. Bi 3 milyar dolaran hatiye çêkirin, heta niha Ukraynayê bi fermî berpirsyaretiya xwe ji bo teqandina wê ranegihandiye lê Rûsyayê Ukraynayê tometbar dike.

Ji ber teqîna li ser pira di navbera Rûsya û Kirimê de pirsgirêka welatiyan ya hatin û çûnê heye.

Welatî bi beleman diçin wî alî, ji bo ku vegerin malên xwe, ji ber giranbûnê û hebûna metirsiyê hikûmet nahêle otomobîlên veguhestinê bi ser pirê re derbas bibin.

Wezîrê Berevaniya Şaristaniyê yê Rûsyayê Aleksandr Kurenkov got, “Îro em rê didine otomobîlên ku 3.5 ton in ku bi ser pirê re derbas bibin, em ji şofêran daxwaz dikin eger rêyên din hebin vê rêyê bikarneynin.”

Pira Kirimê ku dirêjiya xwe 19 km ye, tekane rêya ku girava Kirimê û Rûsyayê bi hev ve girê dide ye. Sala 2018an hatiye çêkirin têçûya wê 3.6 milyar dolar bûye. Li ser vê pirê rêyeke du alî ya otomobilan û du xetên trênê hene. Rojane 40,000 otomobîl û 50 barhilgir di ser re diçin û tên. Pireke jeoostratejîk e bo Rûsya ku dikare di vê rêyê de bazirganiyê bike û çek bo şerê Ukraynayê veguhêze.

Hêza teqînê ji dûr ve dihat dîtin, dûmana wê ya reş asmanê Kirimê bi temamî girtiye.

Serokê Ukraynay Volodymyr Zelenskyy anî ziman, “Îro li welatê me rojek xweş û tave, û pileyên germê 20 pile ye. Mixabin, li Kirimê asman ewravî ye û hewa germ e lê hebûna ewran bandor nake. Ukraynî dizanin çi dikin.”

Hikûmeta Ukraynayê berpirsyariya vê teqînê negirtiye ser xwe lê di dema derbasbûyî de çend caran êrîşî Kirimê kiriye. Meha derbasbûyî, artêşa Ukraynayê berpirsyariya çend êrîşên li dijî Kirimê girtin ser xwe, Rûsya jî dibêje di vê derbarê de lêkolînên wan berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst