François Holland: Parastina Kurdan erkê ser milê me ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê berê yê Fransayê François Holland ku peywendiyên wî yên baş li gel Kurdan hene û take serokê Fransayê ye ku du caran serdana Hewlêrê kiriye, derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Ne tenê deyndarên Kurdan in, erkê ser mile me ye ku em wan biparêzin.”

Sala 2015an bi biryara François Holland ku serokomarê wê demê yê Fransayê bû, firokeyên Fransayê di çarçova hevpeymaniya navdewletî de pêgehên DAIŞê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Niha jî daxwaza karekî bilez dike bo ragirtina êrişa Tirkiyê li ser Kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Serokomarê berê yê Fransayê di hevpeyvîneke li gel rojnameyeke wî welatî de, dibêje, “Di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî min kar li gel Kurdên Sûriyê kiriye. Ew take çavkaniya me bûn ku di sere li dijî DAIŞê de pişta xwe pê ve girê bidin. Bi rêya wê hemahengiya me ya li gel Kurdan li ser erdê, karîn DAIŞê li bakurê Sûriyê jinav bibin… Kurd hevpeymanê bûn.”

François Holland di maweyê serokatiya Fransayê de, du caran hate Hewlêrê û yekem serok bûye di dema şerê li dijî DAIŞê hate Hewlêrê û herwiha li gel Serok Barzanî serdana sengerên Pêşmerge kirin.

Holland dibêje, “Em ne tenê deyndarên Kurdan e, belku erk e li ser mile me li hember wan.”

Beşek ji gotinên Holland taybet bûn bi wan çekdarên DAIŞê yên di zîndanên HSDê de li Rojavayê Kurdistanê û 2 hezar ji wan çekdarên biyanî ne.

Serokomarê berê yê Fransayê amaje bi wê dike, “Ez dizanim Kurd hejmareke zêde ya cîhadîstan di nav kampan de destgir kirine ku beşek ji wan Fransî ne û tirsa wê heye ku bikarin xwe rizgar bikin. Wê demê ne tenê dibine êrişa li ser wê navçeyê, belku dibine metirsî li ser Ewropa jî. Ji ber hindê bi nave parastina xwe û berjewendiyên xwe pêwîst e Kurd berdewam bin li bakurê Sûriyê xaka wan di destê wan de be.”

François Holland sê rêyan bo çareserkirina rewşa Kurdan nîşan dide û dibêje, “Yekem, avakirina navçeya aram û vegerandina leşkerên amerîkî. Duyem, Encûmena Asayîşê ku derbarê dawîn pêşhat û operasyona Tirkiyê de kom dibe, divê eger Tirkiye êrişa xwe berdewam bike, Yekitiya Ewropa rasterast dorpêçan bixe ser Tirkiyê. Sêyem, Kurd hevpeymanê me ne, wan şerê DAIŞê kir. Di heman demê de Tirkiye endama NATOyê ye. Çawa welatekî ku hevpeymana me ye, êriş dike ser hevbeşekî serekî yê me. Ji ber wê yekê li vê derê divê pirs li ser peywendiyên Tirkiye û NATOyê bên kirin û dive endamtiya Tirkiyê li NATOyê bê sekinandin.”