Erdogan: Em John Bass weke nûnerê Amerîkayê nabînin

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku ew Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê John Bass “weke nûnerekî Amerîkayê yê li Tirkiyê nabînin”.

 

Recep Tayyip Erdogan li welatê Sirbistanê li gel Serokomarê wî welatî Aleksandar Vuçiç konferanseke rojnamevaniyê pêk anîn û Erdogan di konferansê de diyar kir, ku eger Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê bi tena serê xwe biryara sekinandina dayîna vîzeyan dabe, divê ji aliyê rêveberiya Washingtonê ve ji karê xwe were dûrxistin.

 

Erdogan aşkere kir, ku Bass ji bo xatirxwestinê daxwaza randewûyê kiriye, lê him wî bi xwe, him wezîrên Tirkiyê û him jî serokê parlementoyê daxwaza John Bass red kirine û destnîşan kir, ku “Bass weke nûnerekî Amerîkayê yê li Tirkiyê nabînin”.

 

Serokomarê Tirkiyê da zanîn ku rêveberên payebilind ên Amerîkayê li gel Wezareta Derve ya Tirkiyê neaxivîne û ew ji ber vê yekê nîgeran e û got: “Eger balyoz bi xwe ev biryar dabe, divê rêveberiya Amerîkayê xulekek jî wî nede sekinandin.”

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqere ya paytexta Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, ku tevahiya saziyên dîplomatîk ên wî welatî yên li Tirkiyê, ji bilî vîzeyên koçberiyê nebe, tevahiya ximzetguzariyên din ên vîzeyê bi temamî daye sekinandin.

 

Di daxuyaniyê de sedema vê biryarê bo kêmkirina hejmara serlêdanên bo balyozane û konsulxaneyên wî welatî bi mebesta wergirtina vîzeyê hatibû diyarkirin.

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê gotibû: “Di bûyerên vê dawiyê de, hikûmeta komara Tirkiyê hikûmeta Amerîkayê neçar kir, ku nirxandin û pêdeçûnê bo peymannameya hikûmeta Tirkiyê ya ji bo parastina saxlemiya karmendên saziyên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li Tirkiyê bike. Di nirxandin û pêdeçûnê de, bi armanca kêmkirina hejmara serdankeran bo balyozxane û konsulxaneyên me bo kêmtirîn kes, ji niha paş ve tevahiya karûbarên taybet bi vîzeyê, ji bilî yên koçberan hatine rawestandin.”

 

Ev biryara Amerîkayê di wê demê de bû, ku karmendekî Konsulxaneya Amerîkayê yê li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve bi tohmeta pêwendiya telefonî ya berdewam li gel tohmetbarekî dosyaya Guleniyan de hatiye desteserkirin.

 

John Bass di Îlona 2014an de bûbû Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê.