Yekîtiya Ewropayê çawaniya dadgehkirina DAIŞiyan gotûbêj dike

10-10-2017
RÛDAW
Nîşan Ewropa DAIŞ Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Yekîtiya Ewropayê ev du roj in, konferansek derbarê çawaniya dadgehkirina endam û alîgirên DAIŞê yên girtî birêve diçe.


Berpirsê Komîsyona Bersivdana Raporên Navdewletî Dîndar Zêbarî ji Rûdawê re ragihand: “Li ser daxwaza Yekîtiya Ewropayê, weke nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî vê konferansê dibim. Di konferansê de guftugo li ser çawaniya dadgehkirina DAIŞiyan, girtiyên DAIŞê, di dadgehên naxvxwe û navdewletî de tê kirin. Ev konferans bi serpereştiya Wezîrê Derve yê Belçîkayê tê sazkirin.”

 

Di konferansê de nûnerên Amerîka, İnterpol û nûnerên Yekîtiya Ewropayê herwiha Alîkarê Wezîrê Derve yê Iraqê û Balyozê Iraqê li Yekîtiya Ewropayê jî amade ne.

 

Dindar Zêbarî diyar kir, ku li Iraqê yasayeke gelemperî ya ji navbirina tawanan nîne û tenê yasaya tekoşîna li dijî terorê û tawanan heye. Lewma Yekîtiya Ewropayê dixwaze Iraq bibe endamê Dadgeha Laheyê û bi navê serweriyê sûdê ji dadgehên navdewletî werbigre. Bi gotina Zêbarî nêrîna Iraqê ya li ser vê pêşniyarê cuda ye.

 

Zêbarî got: “Min ji civaka navdewletî xwest giringiyê bidin hewldanên Herêma Kurdistanê û di proseya hevkariyan de para Kurdistanê jî hebe. Herwiha hevkariyê bidin ofîsên rizgarkirina êzidiyan bikin, ku heta niha ti aliyeke navdewletî alîkarî nedaye wan.”

 

Berpirsê Komîsyona Bersivdana Raporên Navdewletî da zanîn, ku di navbera salên 2014 û 2017ê de li dadgehên Herêma Kurdistanê 2 hezar û 652 DAIŞî hatine dadgehkirin. Herwiha 220 DAIŞî jî ji ber temenê wan ji 18 salî biçûktir e, nehatine dadghehkirin.

 

Konferansa Yekîtiya Ewropayê piştî biryara jimare 2379 a Encûmena Ewlekariya Navdewletî tê saz kirin.

 

Encûmena Ewlekariyê di civîna xwe ya 1ê Nîsana 2017ê de biryara peydakirina rê û rêbazên dadgehkirina DAIŞiyan da. Ji ber ku di nava vê rêxistinê de hemwelatiyê bi dehan welatan hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst