Santos xelata Nobelê bo qurbaniyên şer bexşand

10-10-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos xelata ji Nobelê wergirtî bo qurbaniyên şerê navxweyî yê welatê xwe bexşand.


Xelata Aştî ya Nobelê ku nêzîkî milyonek dolarî ye îsal dan Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos.


Juan Manuel Santos çend roj beriya niha ligel rêxistina FARCê peymana aştiyê morkiribû û dawî li şerê 52 salan anîbû.


Piştî peymanê li Kolombiyayê referandûm pêk hatibû û xelkê piştgirî nedabû aştiyê lê Santos gotibû ku ew dê dest ji hewldanên aştiyê bernede.


Desteya Nobelê daxuyand ku hewldanên Santos ên ji bo aştiyê, hêjayê xelatê ye.


Di 52 salên şerê Kolombiyayê de nêzîkê 260 hezar kesan jiyana xwe jidest dabû.

 

Juan Manuel Santos ragihand ku ew dê Xelata Aştî ya Nobelê ji bo xizmetguzariya şerê navxweyî herî zêde bandor lê kirî dê xerc bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst