Erdheja Mexribê: Şah ji bo 3 rojan şîn ragihand

10-09-2023
RÛDAW
Erdheja Mexribê: Şah ji bo 3 rojan şîn ragihand
Erdheja Mexribê: Şah ji bo 3 rojan şîn ragihand
Nîşan Mexrib Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mexribê piştî erdhejê xebata derxistina cenazeyan berdewam e.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku 300 hezar kes ji ber erdheja herî bihêz a 120 salên borî ya Mexrîbê mexdûr bûne.

Artêşa Mexribê ji bo rizgarkirina qurbaniyan hatiye erkdarkirin.

Gundekî Marakeşê ya quntara çiyayên Atlantîkê ji ber ku nêzîkî navenda erdhejê bû, zerareke mezin dîtiye.

"Ji her malê kesekî canê xwe ji dest daye"

Şêniyekî navçeya Amziza Marakeşê got:

“Kesên ku li gundan dijîn malên xwe ji dest dane. Li vir her kesî xizmekî xwe ji dest daye, ji her malê kesekî canê xwe ji dest daye.”

Erdheja Mexribê ya bi 6,8 rîxteran zerara herî mezin gihandiye herêmên çiyayî yên dûredest.

Şêniyekî navçeya Amziza Marakeşê li ser rewşa xelkê anî ziman:

“Ne elektrîk, ne xwarin, ne vexwarin û ne nan, tiştekî xelkê nîne.”

Şêniyekî gundê Mewla Îbrahîmê, Eyûb Tourdite jî got:

“Xanî bi ser mirovan de hilweşiyan. Mirovên li vir di karesateke mezin de ne. Pêwîstiya me bi ambûlansan heye.”

Şahê Mexribê ji bo 3 rojan şîn ragihand

Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî diyar kir ku xebatên derxistin û gihandina alîkariyan a ji bo hemû mexdûrên erdhejê dê bi mehan bidome.

Erdhej li Marakeşa ku wek paytexta geştyariyê ya Mexribê tê naskirin çêbû lê bandor li bajarên Azîlal, Şîşawa, Hauz, Warzazat û Tarewdantê jî kir.

Ji 24 demjimêrên piştî karesatê, hezar û 305 cenaze hatin derxistin.

Herwiha hezar û 832 birîndar hatin tomarkirin ku hezar û 220 ji wan di rewşeke metirsîdar de ne.

Şahê Mexribê Mihemedê Şeşem li seranserê Mexribê 3 rojan şîn ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst