Lûtkeya G20ê: Erdogan û Sîsî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokkomarê Misirê yên ku di çarçoveya Lûtkeya G20ê li Hindistanê ne civiyan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî li Delhiya Nû ya paytexta Hindistanê hevdîtinek kir.

Recep Tayyîp Erdogan di roja duyemîn a Lûtkeya G20ê de bi Şahzadeyê Erebistana Siûdiyê Mihemed Selman re jî hevdîtinek kir.

Di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Erebistana Siûdiyê û mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun, Şêwirmendê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç û Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Sefer Turan jî di hevdîtinê de amade bûn.

Erdogan bi El Nehyan re hevdîtinek kir

Li aliyê din, Erdogan di çarçoveya hevdîtinên xwe yên dualî de bi Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nahyan re civiya.

Di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên di navbera Tirkiyeyê û Îmarata Erebî de, gavên ji bo pêşxistina qadên hevkariyê, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Erdogan bi Sîsî re civiya

Erdogan piştî van hevdîtinan bi Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re civiya.