Erdheja Mexribê: Hejmara miriyan gihîşt 2 hezar kesan

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mexrib Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Mexribê ragihand ku 2 hezar û 12 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest daye.

Pêr li Mexribê (Fas) bi hêza 7 pileyan erdejek çêbûbû.

Wezareta Karên Navxwe ya Mexribê bi daxuyaniyeke amarên herî dawî belav kirin.

Li gorî Wezaretê di erhejê de heta niha 2 hezar û 12 kesan canê xwe ji dest daye û 2 hezar û 59 kes jî birîndar bûne.

Saziyên herêmî, hêzên ewlehiyê û tîmên parastina sivîlan ji bo tespîtkirina ziyanên erdhejê û alîkariya pêwîst bigihînin kesên hewcedar bi hemû derfetên xwe hatine seferberkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst