Li Swêdê dê sibe hilbijartinên parlamentoyê werin kirin

10-09-2022
RÛDAW
Li Swêdê dê sibe hilbijartinên parlamentoyê werin kirin
Li Swêdê dê sibe hilbijartinên parlamentoyê werin kirin
Nîşan Swêd Hilbijartinên Parlamentoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatê Swêdê yê Ewropayê dê sibe Yekşemê hilbijartinên parlamentoyê werin kirin.

Endamê Parlamentoya Swêdê Joakim Sandell, çaketekî sor li xwe kiriye ku rengê alaya Sosyal Demokratan e û derî bi derî digere û ji xelkê daxwaz dike deng bidin partiya wî.

Beşa herî zêde ya xelkê vê navçeya bajarê Malmoyê di hilbijartinên borî de deng dane Partiya Sosyal Demokrat a Serokwezîr Magdalena Andersson lê tê çaverêkirin di vê hilbijartinê de rikeberiyeke tund hebe. Ji ber wê partiya wê ji bo dengekê jî dixebite.

Endamê Parlamentoya Swêdê Joakim Sandell anî ziman, “Ez gelekî geşbîn im. Pêwîst e geşbîn bim. Lê di dirêjahiya dîrokê de rikeberiya di hilbijartinên Swêdê de tund bûye. Ji ber wê dengek jî girîng e.”

Joakim ê ku bi xwe berbijêr e, pêşbînî dikir ku xelk ji ber Coronayê behsa çavdêriya tenduristî bike yan NATOyê ku Swêdê biryar daye bibe endam lê berovajî vê, piraniya dengdêran gilî ji bilindbûna bihayên sotemenî û zêdebûna tawanan dikin.

Piştevaniyeke zêde bo Magdalena Andersson ku berî salekê li Swêdê bû yekemîn serokwezîra jin heye lê partiya wê çend sal in dengên xwe ji dest dide.

Li Parlamentoya Swêdê ji 349 kursiyan, 100 kursî yê Sosyal Demokratan, 27 kursî Partiya Çep, 16 kursî Partiya Kesk, 31 kursî Partiya Navendî, 20 kursî Partiya Lîberal, 70 kursî Partiya Moderate, 20 kursî Kirîstiyan Demokrat, 61 kursî Partiya Demokratên Swêdê û 2 kursî jî Serbixwe ne.

Tê çaverîkirin di vê hilbijartinê de kursiyên Partiya Demokratên Swêdê ku partiyeke rastgir a tundrew û populist e zêde bibe, ji ber dijayetiya wergirtina koçber û penaberan. Alîgiriên wê her ku diçe zêdetir dibin. Heta radeyekê wiha kiriye ku beşeke zêde ya partiyên din helwesta xwe li dijî koçberan tund bikin, da ku alîgirên xwe ji dest nedin.

Li gor rapirsiya Kompanya Politico ya Amerîkî dê %20 Demokratên Swêd, %29 Sosyal Demokrat, %17 Moderate, %7 Navendî, %8 Çep, %6 Kirîstiyanên Demokrat, %5 Lîberal, %5 Kesk dengan werbigirin.

Sedema rika ku di nav beşek ji 10 milyon nişteciyên Swêd de li dijî koçber û penaberan çêbûye ew e ku tawanên di nav civaka koçber û penaberan li Swêdê zêde bûne.

Partiya Demokratan, Magdalena Andersson û hevpeymanên wan ê çepgir bi wêya tohmetbar dikin ku bi qasî pêwîst dike ji bo kêmkirina tawanan pêngavan navêjin.

Ev duyemîn hilbijiartinên Swêdê ne ku ji sala 2015an û vir ve piştî wergirtina 163 hezar penaberên Efxanistanî, Sûrî û welatên din ên Rojhilata Navîn tên lidarxistin.

Heger Partiya Demokratên Swêdê bikaribe di asta pêşbîniyên rapirsiyan de deng werbigire, wê demê dikare ligel sê partiyên din ên rastgir hikûmetê ava bike û dawî li desthilata çepgiran bîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst