UNICEFê bo xwendina zarokên penaber ên Sûriyeyî kampanyayek da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya zarokan UNICEF bi slogana "Ji bo zarokên penaber ên Sûriyeyî yên niştecihên Tirkiyê nebin nifşê wenda, pêwîstiya wan bi we heye" kampanyayek daye destpêkirin.

Mebesta UNICEFê ji wê kampaniyê ew e ku bo xwendinê, alîkariyê ji zarokên penaber ên Sûriyê yên li Tirkiyê re kom bikin.

Bo vê armancê UNICEF daxwazê ji xêrxwazan dike ku hevkariyê kom bikin ji bo ku 1.6 milyon zarokên penaber ên Sûriyeyî ji perwerde, fêrkirin û xwendinê bêpar nemînin.

Li gor amarên UNICEFê, milyonek û 740 hezar zarok hene. Temenê milyonek û 45 hezaran ji wan di ser şeş saliyê re ye. Lê 645 hezar zarok li dibistanan dixwînin û heta niha jî 400 hezar zarok ji xwendinê bêbeş in.

UNICEF her sal bi hemahengiya ligel Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, bi rêya kampanyayên bi heman awayî, alîkariyê kom dike ji bo ku zarokên penaber ên Sûriyeyî bikaribin bixwînin.

Bo vê yekê jî plana wê ya salane heye ku girêbestê ligel mamostayên Sûriyeyî yên penaber çêbike ku niştecihên Tirkiyê ne û li nav kampan û çend avahiyên diyarkirî dibistanan ji wan re veke.