Penaberên Rojava dixwazin ji Yûnanistanê derkevin

10-09-2016
Zinar Şîno
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Esina (Rûdaw) - Niha hijmarek kesên ku dixwazin derbasî welatên ewropayê bibin dîsa li kempên Ywnanê asê mane û li benda derbasbûnê ne.

 

Niha Yunan bûye welatê ku koçber lê kom dibin û ji wir berê xwe didin welatên cur bi cur yên Ewropa.

 

Ji berê de Yunan welatê kombûna koçberan bû.

 

Ji Sûriyê, Îraqê, Tirkiyê, Îranê, xelkê bi qaçaxê berê xwe dida Yunanê, li wir jî diman heta ku qaçaxciyekî saxlem didîtin diçûn welatên din.

 

Li kempa Luksos li Esina hijmara herî zêde ya koçberan Kurd in, piraniya wan jî xelkê rojavayê Kurdistanê ne.

 

Ew hemû li benda riyekê ne ku ji Yunanê derkevin û biçin li welatekî din yê Ewropa bi cih bibin.

 

Hinek ji hevjînên jinan û bavên zarokan li Almanyayê ne û malbatên wan bi mehane li benda bihevgehiştina yek in.

 

Kampên Esîna yên Kurd lê dijîn sazbend û sitranbêjên xwe hene û xemên çaverêkrinê bi awazan ji bîr dikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst