Li Cidde û Parisê civîna ser ‘DAIŞê’

10-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Sibe li bajarê Cidde yê Suûdî Erebistanê û roja duşemê jî li bajarê Parisê yê Fransayê ji bo pêşîgirtina rêxistina DAIŞê civîne bê lidarxistin.

Piştî êrîşên dawî yên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dewletên cihanê dest pê pêşîlêgirtina rêxistinê kirin.

Piştî pêşniyara Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) ya “Bila dijberiya DAIŞê koalîsyonek bê damezirandin” li Ciddeyê civînek dê pêk be.

DYA, Ûrdun, Misir, Tirkiye û dewletên din yê Kendavê dê beşdar bibin.

Wezîrê Derve yê DYAyê John Kerry ji beri çend roja mijara “Di dijberiya DAIŞê de koalîsyon” li NATOyê anîbû rojev, tê gotîn  dê civînê  ev mijarê bê gotûbêj kirin.

Bi banga Serokomarê Fransayê François Hollandeyê jî roja duşemê li Parisê civînek pêk be.

Serokamarê Iraqê Fûad Masûm û nûnerên dewletên herêmê û yên navneteweyî dê beşdar bibin.

Çavdêrên Rojava, wan civînan wek delîlê DYA û dewletên Rojava êdî naxwazin raste rast mudaxîlê pirsgirêken Rojhilita Navîn bibin dixwazin dewletên herêmê bi xwe pirsgirêkan çareserbikin  dibinin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst