Amerîka: Divê Îran piştgiriya ku dide terorê rawestînê

10-08-2024
Sinan Tunçdemir
Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê NYyê Robert Wood û Nûnera Maltayê ya NYyê Vanessa Frazier/Wêne: Rûdaw
Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê NYyê Robert Wood û Nûnera Maltayê ya NYyê Vanessa Frazier/Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerîka Neteweyên Yekbûyî Îaran
A+ A-

New York (Rûdaw) - Li aliyekî endamên Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li alîyê din jî Sekreterê Giştî yê NYyê bangî aktorên Rojhilata Navîn dikin ku pevçûnan bidin rawestandin.

Bi taybetî jî kuştina Serokê Hemasê û êrişa li ser baregeha Amerîkayê ya li Îraqê metirsiya şerekî firehtir zêdetir kir.

Ji ber ku piştî van êrişan gefên Îran, Îsraîl û Libnanê li hemberî hev hê jî didomin.

Di vê çarçoveyê de Amerîka jî hişyarî dide Îranê da ku êrişên li ser baregehên wan werin sekinandin.

“Divê Îran piştgiriya ku dide terorê bide sekinandin”

Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê NYyê Robert Wood got:

“Divê Îran piştgiriya ku dide grupên ku ji bo wan êrişan dikin bide sekinandin û piştgiriya ku dide terorê jî divê bide sekinandin.

Ev peyama me ji bo Îranê ye. Civakên navneteweyî jî qebûl nakin ku ev êriş wisa berdewam bikin.

Pêwîst e ku Encûmena Ewlehiyê jî bi awayekî zelal, tund û cidî derbarê vê pirsgirêkê biaxive.

Peyam bi hêsanî ev e ku divê Iran van êrişan bila niha bi de rawestandin.”

“Mafê xweparastinê ji bo her kesî heye”

Di alîyê din de jî endama Encûmena Ewlehiyê Maltayê Vanessa Frazierê jî bangî alîyan kir û got ku ew gelekî dilgiranin û dema ku aliyêk gaveke tolhildanê diavêje divê ewilî li serê bifikire.

Vanessa Frazier diyar kir ku mafê xwe parastinê ji bo her kesî heye ne tenê ji bo kesekî.

Nûnera Maltayê ya NYyê Vanessa Frazierê got, Em nikarin bi van êrişên wekî rojên dawî berdewam bikin.

Wekî ku tê zanîn di nav axa dewletekî de dewleteke din kesekî bi ne yasayî kuşt.

Ev nehate îdiakirin lê em dizanin ew kuştin li wir  pêk hat.

Îran jî îdia dike ku mafên wan heye ku xwe biparêzin û hin dewlet jî vî mafî her tim bi kar tînin.

Ger mafê dewletekê hebe ji bo xwe parastinê divê ev maf ji bo dewletên din jî heye.

Ango pêşiya ku dewletek gavek diavêje divê bila bifikire ev maf ji bo devletên din jî heye li gorî yasaya 51ê ya ji bo her kesî ku heye.”

Sekreterê Giştî yê NYyê jî dilgiraniya xwe bi daxuyaniyekê anî ziman û got ku ger pêşiya van pevçûnan neyê girtin hemî dewletên Rojhilata Navîn wê di bin bandora vî şerî de bimînin û di serî de pêwîst e ku li Xezeyê agirbestek were çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst