“Pfizer-BioNTech mirovan ji Corona Deltayê jî diparêze”

10-08-2021
RÛDAW
Nîşan Ugur Şahîn Pfizer-BioNTech Corona Delta Parastin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberê Giştî ê Kompaniya BioNTecha Almanî Prof. Dr. Ugur Şahîn dibêje ku derziya wan, mirovan ji Corona Delta jî diparêze û pêwîst nake ew guhertinan têde bikin. Kompaniya BioNTech ku li gel Pfizera Amerîkî derziya li dijî korona berhem aniye dibêje, lixwexistina dozeke sêyemîn, parastineke di asta herî jor de dabîn dike.

Prof. Dr. Şahîn ji rojnamevanan re axivî û dibêje “Eger heye di nav 6 heta 12 mehan de hinek şêwazên din ên vîrusê derkevin û wê demê pêwîstiya me bi guhertina pêkhateya derziyê çêbibe, lê niha ne lazim e.”

Kompaniya BioNTechê daxuyaniya li ser doza sêyemîn, di malpera xwe de jî belav kiriye û gotiye ewê encamên lêkolînên li ser doza sêyemîn di çend heftiyên li pêş de bigihînin ber destê Ajansên Dermanan ên Amerîka û Ewropayê.

Bi heman rengî BioNTech dibêje ewê derziyeke ku li gorî Corona Deltayê hatiye nûjenkirin jî vê mehê li ser mirovan test bikin.

Bikaranîna doza sêyemîn li Bahreyn û Tirkiyê destpê kiriye û di nava planên Brîtanya, Almanya û Fransa de jî heye.

Kompanî dide zanîn ku ewê heta dawiya îsal 3 milyar doz derzî berhem bînin û di sala 2022an de salane bigihînin 4 milyar dozan.

Di nîv çarîka duyemîn ya îsal de BîoNTechê 2 milyar û 29 milyon Euro qezenca safî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst