Galeriya wêneyan

10-08-2018
14 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Hejmara otomobîlên ji curê Mustang ku kompaniya Ford a amerîkî wan berhem tîne, gihîşte 10 milyon otomobîlan û ji ber wê yekê jî, ew kompaniya han li eyaleta Michiganê ahengek saz kir.

Mustang otomobîleke giranbuha û taybet bi lawan e, her çend ku firotina wê curê otomobîlê li Amerîkayê kêm bûye, lê li cîhanê bazara wê baştir bûye.

Rêveberê Giştî yê Fordê, Jim Hackett dibêje: “Mustang li almanya baştirîn firotin di nava otomobîlên werzişî de heye, herwiha li Amerîkayê jî.”

Ji sala 1964 ve çend modelên ciyawaz ên Mustangê hene, ku di ahenga kompaniya Ford a bi boneya gihîştina hejmara otomobîlên Mustangê bi 10 milyon otomobîlan, hemû modelên Mustangê hatibûn nîşandan.