FLAŞ - Namzedê serokatiya Amerîkayê sansûr danî ser Rûdawê!

10-08-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Berpirsê kampanyayên hilbijartinê yê namzedê Komariyan a hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Donald Trump, rûmalên Rûdawê boykot kir.

 

Şêwirmendê Donald Trump, Welîd Pares ji ber rûmalên Rûdawê, qebûl nekir ku ti daxuyaniyekê bide peyamnêrê me. Pares sedema vê yekê jî bi rûmalên Rûdawê ve girêda.

 

Rûdaw dixwaze di dema kampanyayên hilbijartina serokatiya Amerîkayê de rûmalek bê alî bike û zanyariyan ragihîne. Lê berpirsên kampanyayên Trump, weke çend medyayên din ên cîhanê, Rûdaw jî boykot kirin.

 

Nerazîbûna berpirsên kampanyayên Donald Trump di demekê de ye ku, Rûdawê derbarê daxuyaniyên Trump de nîgeraniya xelkê Helepçê anîbû ziman û vê yekê jî di torên civakî de rê ji karvedanek mezin re vekiribû.

 

Hêjayê gotinê ye ku Parêzgarê Helepçê bi navê xelk û malbatên şehîdên kîmyebarana Helepçeyê nameyek ji namzetê Komariyan a hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Donald Trump re şandibû û xwestibû ku daxwaza lêborînê bike.

 

Trump çend carekê di gotarên xwe de pesnê Saddam Husênê dîktatorê berê yê Iraqê dabû û gotibû ku ji bo kuştina terorîstan wî karên baş kiriye.

 

Berpirsê nivîsîngeha Rûdawê li Amerîkayê Namo Abdullah diyar kir ku Trump destûr nade medyayên rexnegir da ku rûmala kampanyayên wî bike.

 

Abdullah got ku rojnameya navdar a Amerîkî Washington Post jî hatiye boykotkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst