Partiya El-Wehde li Bonnê ji bo xwendekarên Kurd ahengeke xelatkirinê saz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Partiya el-Wehde li bajarê Bonnê yê Almanyayê ahengek ji xelatkirina xwendekarên Kurd lidar xist.

Ahenga ku bi sirûda Niştimanî Ey Reqîb hat destpêkirin, bi beşdariya nêzîkî 120 kesî ji xwendekar, malbatên wan, hunermend û nivîskarên Kurd birêve çû.

Di ahengê de 32 xwendekar ku 5 ji wan derçûyên zanîngehê bûn û 27 bekalorya bûn hatin xelatkirin.

Xwendekar Hozan Miskola dibêje "Navê min Hozan e, xelkê Efrînê me ji gundê Behdîna. Îro li bajarê Bonnê me ji bo Abitur (ezmûna lîseyê) şahiye biçûk çêkir. Ez pir kêfxweş bûm ku Partiye Yekîtiya Kurdistanê me vexwend û diyariyan dan me. Hunermendên me Şivan Perwer jî li vir bû, ew jî tiştek mezin da me. Ez spasiya dê û bavê xwe û hemûyan dikim."

Pirtûkên helbestvan Hisên Hebeş û nivîskar Mihemed Zêno li ser xwendekaran hatin dabeşkirin.

Xwendekar Pesar Azad Elî got "Ez Pesar Azad Elî me, min îsal bakelorya xelas kir. Ez gelek kêfxweş im ku em îro li Bonnê ne. Ez soz didim ku em dê xwe li Ewropayê pêş bixin û em miletê xwe jibîr nakin û em zimanê xwe jî jibîr nakin."

Di ahengê de CDyên hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer jî wekî xelat li ser xwendekaran hatin dabeşkirin

Herwiha hunermend Zekî Îso tabloya nexşeya Kurdistanê diyarî çend kesayetiyan kir.