Li Stockholmê Kurdan li dijî rêkeftina Swêd û Finlanda ya ligel Tirkiyê xwepêşandan kirin

10-07-2022
RÛDAW
Beşek ji Kurdên Swêdê dijî rêkeftina Swêd û Finlanda ya ligel Tirkiyê xwepêşandan kirin
Beşek ji Kurdên Swêdê dijî rêkeftina Swêd û Finlanda ya ligel Tirkiyê xwepêşandan kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fînlanda û Swêd ji bo tevlîbûna NATO bi Tirkiyê re peymanek îmze kirin, di wê peymanê de ji wan re her du welatan hatiye xwestin ku alîkariya YPG û PYDê nekin. Hejmareke Kurdên li Swêdê dimînin, li dijî wê rêkeftinê xwepêşandan kirin. Di xwepêşandanê de alîgirên PKKê û welatiyên Swêdê yên li dijî wê rêkeftinê beşdar bûn.

Li paytexta Swêdê bajarê Stockholmê beşek ji Kurdên niştecihê wî welatî li dijî rêkeftina Swêd û Finlanda ya ligel Tirkiyê xwepêşandanê dikin.

Li gor rêkeftinê, Tirkiye bi çend mercan razî bûye ku glopa kesk bo endambûna wan herdû welatan di NATOyê de pê bixe.

Endama Partiya Çep a Swêdê Yekbûn Alp dibêje: “Careke din, Kurd kirin qurbana berjewendiyên welatên din, ev tişteke çendîn sal e hatiye serê Kurdan. Lê em Kurd li Swêdê qet li wê yekê nefikirîbûn Swêd beşdarî wê dîroka şermezariyê ya dijî Kurd bibe.”

28ê Hezîrana 2022ê, Tirkiyê vetoya li ser endamtiya Swêd û Finlandiyayê di Rêxistina NATOyê de rakir, li beramber wan herdû welatan biryara qedexekirina firotina çekan bo Tirkiyê cemidandin û soza dijwarkirina yasayên xwe li hember wan siyasetmedar û çalakvanên Kurd ên niştecihên wan herdû welatan dan, ku Tirkiye wek terorîst dibîne û daxwaza radestkirina wan dike.

Endama Serbixwe ya Parlamentoya Swêdê Amîne Kakebawe jî got: “Ez li vê derê me daku dijayetiya xwe li beramber rêkeftina Swêd û Finlandayê bînim ziman ku li ser daxwaza Erdogan hat îmzekirin. Ti peywendiya daxwazên Erdogan bi NATOyê ve nîne lê tenê bi ajendeya Erdogan bi xwe ve girêdayî ye, bi nerîna min Swêd mijûlê firotina prensîp û polîtîkayên xwe yên derve ye. Ti cudahiyek di navbera Erdogan û Putin de nîne. Herdû dictator in, Swêd û Finlanda ji bo ji dîktatorekî rizgar bibin destê xwe xistin nav destê dîktatorekî din, ev hevkêşeyeke ti encama wê nîne.”

Tirkiye dixwaze bi saya rêkeftina ligel Swêd û Finlanda, siyasetmedarên Kurd ên niştecihên wan herdû welatan bi hinceta endamtî yan peywendiya ligel PKK, YPG û PYDê bo wê bên radestkirin. Lê piştî îmzekirina rêkeftinê, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand ku ew teslîmî Erdogan nebûne û ti kesekî jî radest nakin, eger îspat bibe ew kes “terorîst e”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst