Li ser sînorê Tirkiye û Gurcistanê zêdeyî 2 hezar û 500 barhilgir asê manê

10-07-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Gurcistan Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser sînorê Tirkiye û Gurcistanê zêdeyî 2 hezar û 500 barhilgir bi dirêjahiya 25 kîlometreyan li Gumrika Sarpî ketine rêzê.

Ji ber şerê Ukrayna û Rûsyayê, Gumrika Tirkiye – Gurcistanê ji berê qerebalixtir bûye, bi hatina Cejna Qurbanê qerebalixî zêdetir bûye.

Şofêrê Barhilgirê Zviad Abalaki anî ziman, “Ev roja duyem e em di rêzê de rawestiya ne. Dibe du rojên din jî berdewam bike. Em du roj in ji neçarî li vê derê rawestiya ne. Ev girêdayî birêkirina karê me ye li gumrikê. Eger lezê bikin, em zûtir diçin.”

Hinek şofêr bêzarbûna xwe tînine ziman û dibêjin, cihê lê rawestiya ne çol û vala ye û ti xizmetguzariyek li nêzîkê wê nîne.

Şofêrê Barhilgirê Kakhaber got, “Em bê pere nabin lê bendewarî me bêzar dike. Jêrxana vê derê baş e lê bendewariya li derveyî bajaran em bêtaqet kirine. Ji ber rawestana li nav bajaran baştir e.”

Beşek ji qerebalixiya deriyê sînor bi Cejna Qurbanê ve girêdayî ye.

Şofêrê Barhilgirê Ehmed Ahî anî ziman, “Li xala gumrikê ji ber cejnê qerebalixî çêbûye. Em û hemû hevalên xwe li benda dora xwe ne.”

Li gor amarên Îdareya Gumrikê ya Gurcîstanê, di sala 2022ê de qerebalixiya çûn û hatinê ji sedî 12 zêde bûye ku ji aliyê Tirkiyê ve ji sedî 16 û ji Azerbaycanê ve jî bo Gurcîstanê ji sedî 20 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst