Nedîm Zehawî berbijêrê serokwezîriya Brîtanyayê ye

10-07-2022
RÛDAW
Nîşan Nedîm Zehawî Brîtanya Serokkomar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê di dema kabîneya Boris Johnson de Nedîm Zehawî navê xwe wek berbijêr ji bo serokatiya Partiya Muhafazakar tomar kir, li Brîtanyayê serokwezîr ji partiya xwedî piraniya parlamenteran tê hilbijartin û serokê partiya piraniyê dibe serokwezîr.

Nedîm Zehawî yê ji Başûrê Kurdistanê ye, ji bo posta serokatiya Partiya Muhafazakar berbijêr e. Roja 7ê Tîrmeha 2022an, Serokwezîr Boris Johnson di gotarekê de li ber ofîsa xwe li 10 Downing Street, rê da partiya xwe ku kesekî din ji bo serokatiya Partiya Muhafazakar hilbijêrin û li şûna wî bibe serokwezîr û got, heya ku partiya wî kesekî hilbijêre, ew ê li ser kar bimîne û "xizmeta gelê" Brîtanyayê bike.

Nedîm Zehawî di daxuyaniyekê de li ser planên xwe yên siyasî û rêveberiyê eger bibe serokwezîr got, “Ez ê ji bo kêmkirina bacan û zêdekirina lêçûnên leşkerî kar bikim.” Her wiha diyar kir, dê çaksaziyên ku di dema Wezîrtiya Perwerdeyê dest pê kiribû berdewam bike.

Nedîm Zehawî di beşeke din a axavtina xwe de destnîşan kir ku armanca wî “Bicihkirina Keştiya Brîtanyayê û îstiqrara aboriyê ye.”

Nedîm Zehawî li ser cudabûna Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê got, “Spas ji bo Brexitê, em niha neteweyeke azad in, em dev ji axaftina derfetan berdin û ji wan sûdê werbigirin.”

Nedîm Zehawî li ser çaksaziyên ku wî di sektora perwerdehiyê ya Brîtanyayê de pêk anîne diyar kir ku ew dixwaze giraniyê bide ser derbaskirina zarokan û parastina wan ji axaftin û reftarên tundrew û çalakvanên rastgir.

Heta niha ji xeynî Nedîm Zehawî, Wezîrê berê yê Darayî Rishi Sunak, Dozgera Giştî Suella Braverman, Wezîrê Dewletê ji bo karûbarên Dad û Wekheviya Civakî Kemi Badenoch û Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran Tom Tugendhat di lîsteya berbijêriya serokatiya Partiya Muhafazakar de navên xwe tomar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst