Kurdên Êzidî daxwaza diyarkirina çarenivîsa kesûkarên xwe dikin

Almanya (Rûdaw) – Li Almanya rizgarbûye ji destê DAIŞê Necla Meto daxwaza diyarkirina çarenivîsa kesûkarê xwe dikin.

Piştî êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê heya niha çarenivîsa hejmarek xelkê Şingalê nediyar e. Rizgarbûyên destê DAIŞê daxwaza alîkariyê dikin da ku çarenivîsa kesûkarên wan ên din ku heya niha jî winda ne diyar bikin.

Keçeke Êzidî ya bi navê Necla Meto ku xelka Gundê Koço ye, heya niha çarenivîsa dayik û bavê xwe nizane, daxwazê ji cîhanê dike ku zêdetir alîkariya Kurdên Êzidî bikin. 

Rizgarbûye ji destê DAIŞê Necla Meto dibêje: “Jiyana me gelekî zehmet e. 7 sala di ser karesata li dijî me derbas bûn, daxwaza min ji hikûmeta her welatikê ew e ku alîkariya me Êzidiyan bikin.”

Berpirsa Rêxistina Women For Justice / Ji bo dadmendiyê jin Leyla Ferman jî dibêje: “Tenê bi biryarên siyasî em nikarin vê fermanê û tramvayê xilas bikin. Pêwîst e ku piştî van gavên siyasî gavên hiquqî jî bêne avêtin. Em wek Êzidî wê yekê rêxne dikin ku piştî 7 salan jî kes behsa wan kesên ku li hemberî Êzidiyan tawan encam dane nakin. Tenê çend doz li dijî hin kesan hatine vekirin.”

Gelek rêxistinên xêrxwazî alîkaryê ji bo penaberên Şingalê yên di kampên Başûrê Kurdistanê de ne kom dikin û yek ji wan jî Dr. Jochen Reidegeld berpirsyaretya wê dike. Ew çend caran çûye di nav wan de û alîkariyên cûda didin Şingalyên venegerîyane ser warê xwe.

Serperştê Înîsyatîva Hoffnungsschimmer Dr. Jochen Reidegeld dibêje: “Dema ku livîna koçberiyê di dawiya 2014ê û destpêka 2015ê de destipêkir em çûn ser sînorê Tirkiyê û Suriyê û li wê derê me alîkariyên lezgîn pêşkêş kirin. Niha em erkê xwe di wê çendê de dibînin wek saziyeke mirovayetî ligel hevbeşên xwe yên xwechî alîkariyên tendirustî pêşkêş bikin.”