Haiti daxwaza hêzeke serbazî ya biyanî dike

10-07-2021
RÛDAW
Nîşan Haitî Daxwaza Serbazî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Haitiyê daxwazê ji welatan dike ku hêza biyanî jê re bişînin da ku berevaniyê li saziyên welat bike. Piştî kuştina Serokê Haitiyê Jovenel Moise û têkçûna rewşa ewlekariya navxwe, hikûmeta Haitiyê daxwaz ji welatên derdora xwe kiriye ku hêza serbazî jê re bişînin da ku bo parastina sazî û jêrxana aborî ya welat hevkariyê wê bikin.

Hikûmeta Haitiyê nameyeke fermî ji Amerîka û Neteweyên Yekbûyî re şandiye. Wek bersiv, hikûmeta Amerîkayê ragihand ku “di vê demê de ti planek nîne hevkariya serbazî pêşkêşî Haiti bike.” Roja Çarşemê 7ê vê mehê, grûpeke çekdar bi ser mala Serokê Haitiyê Jovenel Moise de girt û di encamp de Moise hat kuştin û hevjîna wî birîndar bû.

Roja 9ê vê mehê jî hikûmeta Haitiyê ragihand ku ew êrîşa çekdarî ji aliyê grûpeke 28 kesî ve hatiye kirin ku 26 ji wan welatiyên Kolombiya û du ji wan jî Amerîkî ne, heta niha 17 kes ji wan hatine desteserkirin û ji wan 11 tohmetbarên din ên ku mane, 3 hatine kuştin û 8 jî heta niha nehatine girtin.

Hikûmeta Haitiyê li ser daxwaza Interpolê zanyariyê hûr li ser wan Kolombiyên reviyayî pêşkêş kirine û daye zanîn ku hejmarek ji wan 26 Kolombiyên beşdarî kuştina Serokê Haitiyê bûne, serbazên xanenişîn ên nav artêşa Kolombiyayê ne. Ligel ku Amerîkayê daxwaza Haiti bo şandina hêza serbazî red kiriye, lê hevdem çend berpirsên FBI, Ofîsa Navendî ya Îstîxbaratê û herwiha Wezareta Navxwe şandine Haitiyê da ku di lêkolînan de bibin hevkar.

Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî bersiva hikûmeta Haitiyê da û ragihand, her hêzeke navdewletî eger pêwîst bike û bo Haitiyê bê şandin, destpêkê divê plan jê re were danîn û plan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê pesendkirin da ku piştre hêz bo Haiti bên şandin û ji aliyê wê ve bên çavdêrîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst