Piraniya appên li ser sîstema IOS ji kar ketin

10-07-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piranoya app û bernameyên sîstema IOS li ser asta cîhanê ji kar ketin, ji wan jî tora civakî ya Viber û bernameya Spotify îro Înê piştî nîvro li ser sîstema IOS ji kar ketin.

Bikarhênerên sîstema IOS nikarin appên Viber û Spotify li ser telefonên xwe vekin û dema ku vedibin jî yekser tên girtin.

Li gor malpera Down Detector ku çavdêriya tora internetê dike, bikarhînerên Viber û Spotify li Ewropa, Rojhilata Navîn û Amerîkayê tûşî vê kêşeyê bûne.

Heta niha tora civakî ya Viber ti daxuyaniyek derbarê vê kêşeyê de belav nekiriye.

Li aliyekê din, heman pirsgirêk bo bikarhênerên appa Pubg jî çêbûye û hesaba fermî ya vê appê li ser twitterê ragihandiye, ew agahdarî vê kêşeyê ne ku di sîstema IOS de derketiye. Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku gelek pirsgirêk bo appa wan û lîstikên wê çêbûne û ew niha hewla çareserkirina wan kêşeyan didin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst