Encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê hatin eşkerekirin

10-06-2024
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Hilbijartin Encam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) hatin eşkerekirin û partiyên rastgir li pêş in.

 Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronê ku partiya wî di hilbijartinan da bi rêjeyeke mezin têk çû biryara hilbijartinên pêşwext da.

Herwiha li gorî encamên destpêkê, di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de du jinên Kurd jî bi ser ketine.

Li Ewropayê xelk di navebra 3 û 9ê Hezîranê ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamentoya Ewropayê çû ser sindoqan.

Endamên ku werin hilbjartin dê 5 salan vî karî bidomînin û 7 Kurd jî di van hilbijartinan de namzed bûn.

Fransa

Li Fransayê di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de Partiya Yekîtiya Neteweyî (RN) a rastgir a tundrew bi rêjeya ji sedî 31,50î di rêza yekemîn de cih girt.

Prtiya Serokkomar Emmanuel Macron Ronesansê jî bi rêjeya ji sedî 15,2yan bû duyemîn.

Li ser vê têkçûnê Macron biryara hilbijartinên pêşwext da û got di navbera 30yê Hezîranê û 7ê Tîrmehê de hilbijartin dê bên kirin.

Îtalya

Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê yên li Îtalyayê de jî partiya Serokwezîr Giorgia Meloniyê Birayên Îtalyayê (FdI) ji sedî 27,7an qezenc kir û bû yekemîn.

Partiya Demokrat (PD) a ku pêşengiya wê Elly Schlein dike jî bi rêjeya ji sedî 23,7an bû duyemîn.

Hat destnîşankirin ku PDyê li gor hilbijartinên giştî yên sala 2022an dengên xwe zêde kir.

Belçîka

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander de Croo di hilbijartinên giştî de ji ber têkçûna partiya xwe Flaman Open VLDyê xemgîniya xwe anî ziman û got ew dê îstifa bike.

Li gor nûçeyên medyaya neteweyî ya Belçîkayê, De Croo di daxuyaniya xwe ya piştî encamên ewil ên hilbijartinê de wiha got:

"Serketiyên vê hilbijartinê N-VA, Vlaams Belang û Vooruit in."

Awisturya

Li Awisturyayê Partiya Azadiyê ku partiyeke rastgir a tund e ji sedî 27ê dengan bi dest xist.

Li Almanyayê Partiya Xiristiyanên Demokrat û Muhafazakar ji sedî 30yê dengan bi dest xistin.

Medyaya fermî ya Awisturyayê encamên destpêkê yên hilbijartinên Yekîtiya Ewropayê (YE) eşkere kirin.

Li gorî encaman, Partiya Azadî ya Awisturyayê ji sedî 27, Partiya Gel ji sedî 23yê dengan û Partiya Sosyal Demokrat jî ji sedî 23yê dengan bi dest xistiye.

Li gorî encamên ne fermî, cara yekem e Partiya Azad a Awisturyayê di hilbijartinekê de herî zêde dengan bi dest dixe.

Almanya

Lijneya Hilbijartinê ya Federal a Almanyayê encamên demkî yên hilbijartinên PEyê eşkere kir.

Li gor vê, li welêt Partiyên Yekîtiya Xristiyanan ên mihefezekar bi ser ketin.

Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) ji sedî 23,7 û Partiya Yekîtiya Civakî ya Xrîstiyanan (CSU) jî ji sedî 6,3 deng hilda û bi giştî ji sedî 30 dengan bi ser ketin.

Du jinên Kurd bi ser ketin

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ku li Almanyayê encamên hilbijartinan dişopîne da zanîn ku Ozlem Demîrel û Evîn Încîr berê jî li Parlamentoya Ewropayê parlamenter bûn û her du dîsa bi ser ketine.

Ozlem Demîrel endama Partiya Çep a Almanyayê ye. Bi eslê xwe ji bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Evîn Încîr sala 1984an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye ji şeş saliya xwe ve li Swêdê dijî.

Evîn Încîrê sala 2013an li Zanîngeha Uppsalayê beşa hiqûqê qedandiye.

Namzeda Kurd di nav Ciwanên Sosyal Demokrat de xwedî paşerojeke siyasî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst