Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê: Du jinên Kurd bi ser ketin

10-06-2024
 Ozlem Demîrel (li çepê) û Evîn Încîr/ Rûdaw Grafîk
Ozlem Demîrel (li çepê) û Evîn Încîr/ Rûdaw Grafîk
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê Kurd Jin Evîn Încîr Ozlem Demîrel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên destpêkê, di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de du jinên Kurd bi ser ketine.

Li Ewropayê xelk di navebra 3 û 9ê Hezîranê ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamentoya Ewropayê çû ser sindoqan.

Endamên ku werin hilbjartin dê 5 salan vî karî bidomînin û 7 Kurd jî di van hilbijartinan de namzed bûn.

Li gorî encamên ewil, Ozlem Demîrel li Almanyayê û Evîn Încîr jî li Swêdê bi ser ketiye.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li Almanyayê encamên hilbijartinan dişopîne.

Zinar Şîno da zanîn ku Ozlem Demîrel û Evîn Încîr berê jî li Parlamentoya Ewropayê parlamenter bûn û her du dîsa bi ser ketine.

Ozlem Demîrel

Ozlem Demîrel endama Partiya Çep a Almanyayê ye. Bi eslê xwe ji bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Di dema ew 5 salî bûye malbata wê hatiye Almanyayê.

Ozlem Demîrel aniha 40 salî ye û heyama borî jî li Parlamentoya Ewropayê parlamenter bû.

Ozlem Demîrel bûbû mêhvana Rûdawê û dabû zanîn ku ew li Parlamentoya Ewropayê ji bo pirsgirêka Kurd gelekî xebitiye û wiha gotibû:

“Di van 5 salên borî de min şer kir ku pirsgirêka Kurd bi taybetî şerê li hemberî Kurdan bibe mijareke Parlamentoya Ewropayê.

Ji bo me girîng e ku em di Parlamentoya Ewropayê de hebin û karê me berdewam bike û ji bo wekheviya û neteweyên bindest şer bikin û bi vî awayî gelên Ewropayê bi hêz bikin.”

Ozlem Demîrelê amaje pê kiribû ku piştî êrişên DAIŞê hevsoziya Ewropayê ya bi Kurdan re zêde bûye.

Evîn Încîr

Evîn Încîr sala 1984an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye ji şeş saliya xwe ve li Swêdê dijî.

Evîn Încîrê sala 2013an li Zanîngeha Uppsalayê beşa hiqûqê qedandiye.

Namzeda Kurd di nav Ciwanên Sosyal Demokrat de xwedî paşerojeke siyasî ye.

Demekê di Weqfa Olaf Palmeyê de xebitiye. Di heman demê de Alîkara Sekreterê Enternasyonala Civakî bûye.

Li hêla din, jina Kurd Geşaw Bîbanî ji Kerkûkê ye û ew li Fînlandiyayê ji lîsteyên Partiya Çep bûbû namzed.

Geşaw Bîbaniyê ji Rûdawê re got ku ji partiya wê 3 kes bi ser ketine û ew di rêza 4an de ye.

Geşaw Bîbaniyê diyar kir ku wê 4 hezar 600 deng standine.

Geşawê amaje pê kir ku di navbera wê û kesê rêza sêyem de tenê 250 deng hene û eger kesek ji wan neçe parlamentoyê dê ew şûna wî bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst