Kurd Peymana Lozanê nîqaş dikin: Civaka navneteweyî ji tiştên rû daye berpirsiyar e

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Konferansa bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê konferansek hat sazkirin û di konferansên de Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn û Kurd dibêjin ku Civaka navneteweyî ji tiştên rû daye berpirsiyar e.

Îro Şemiyê 10 Gulanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bi beşdariya hejmarek siyasetmedar, rewşenbîr, lêkolîner û kesayetên ji her çar perçeyên Kurdistanê û hejmareke nûnerên welatên biyanî “Konfersna 100 Saliya Peymana Lozanê” hat sazkirin.

Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî li cihê konferansê amade bû û nêrîna çend kesayet û siyasetmedarên Kurd wergirt.

Beşdarê konferansê, Mamosteyê li Fakulteya Zanistên Civakî ya Parîsê, civaknas û dîroknas Prof. Dr. Hamît Bozarslan diyar kir ku civaka navneteweyî ji êşên mezin, komkujî û destjidana mafên Kurdan ên bi Peymana Lozanê re berpirsyar e.

Hamît Bozarslan got: “Civaka navnetewî li hemberî Kurdan du berpirsiyarên xwe hene Kurdan; dema Komara Tirkiyê hatî damezrandin kesê fikra Kurdan nepirsî.  Ji bo Kurdan gelek girîng bû ku weke dema Osmaniyan, perçe nebin û dixwestin li Iraq, Sûriye û Tirkiyê di nava yekîtiyê de bimînin. Lê ev nehat qebûlkirin. Iraq, Tirkiye û Sûriyê hat damezrandin fikra Kurdan nehat pirsîn. Lê kesî nepirsî ka Kurdên ku careke din di navbera Sûriye, Iraq û Komara Tirkiye ya ku bi vê peymanê parçe bûne, çi dixwazin. Ji daxwazên kurdan tu tişt nehat ser masê û Kurd hatin jibîkirin.

Mijareke din; di van 100 salên dawî de Kurd li Bakur, Başûr û Rojava di komkujiyên mezin re derbas bûn. Bi taybetî li Tirkiyê di salên 1925-27, di 37, 38an de dîsa li Kurdistanê jêrîn (Başûr) komkujî çêbûn û qetlîama enfalê pêk hat. Li Kurdistana Sûriyê qetlîamên mezin çêbûn. Di sala 1963an de jî hewl dan ku Kurdistanê Sûriyê bê Kurd bikin. Li hemberî van hemûyan civaka navneteweyî tiştek nekir, ev pêvajo heta sala 1991an berdewam kir. Di sala 1991ê de li Kurdistana jêrîn otonom hat damezrandin. Tirkiye destwerdana Herêma Kurdistanê dike, Iraq destwerdanê dike, Îran jî destwerdanê dike. Di vî warî de berpirsyariya civaka navneteweyî heye.”

Li ser pirsa Kurd ji bo mafên xwe dikarin çi bikin Bozarslan got: “Kurd dikarin gelek tiştan bikin. Ew tirsên xwe yên berê derbas kirine. Kurd êdî ne Kurdên 40 sal berê ne. Haya me ji mafên xwe tunebû. Îro Kurdistanî heye, Kurdistanê jêrî û Rojava heye. Herwiha tişta îro girîng ji bo me ew e ku herdu şaxên jêrîn ên Kurdistanê bigihêjin hev.”

Bozarslan her wiha diyar kir ku di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de çend nakokî hene û wiha pê de çû: “Tiştek normal e ku nakokiyên wan hebin, lê belê, pêwîst e ku bi diyalogê vê yekê ji holê rakin û bi hev re entegrasyonê pêk bînin. Îran û Tirkiye jî naxwazin Başûrê Kurdistanê bijî. Di sala 2017an de me dît ku Îran û Tirkiye li ser Kerkûkê çawa li hev kirine. Divê Kurd zanibin ku ji 40 berê bihêztir in, derfetên wan ên mezin hene û divê van derfetan bikar bînin.”

Bozarslan da zanîn ku pêwîst e Kurd ne tenê di warê siyasî de, herwiha divê di warê wêjeyî, zanistî û çandî de, di hemû qadên weke jin û ciwanan de bi pêş bikevin û bi hêz bibin û got: “Ya duyemîn jî, Kurdên Bakurê Kurdistanê divê  bi Kurdên Başûr û Rojava re peywendiyên xwe xurt bike.”

Abdullah Demirbaş: Kurdên niha gelek têgihîştî ne

 

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demirbaş têkildarî girîngî û peyama konferansa li Lozanê wiha got: “Ev konferans bîranînên gelek bi êş tîne bîra me ku birîneke mezin di dilê me de hiştine. 100emîn Salvegera Lozanê, 100 saliya parçebûna dilê Kurdistanê ye. Lê divê em li rêyên dermankirina vê birînê bigerin û sedemên wê nîqaş bikin. Ev konferans di vê wateyê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Divê em ji raya giştî re bidin zanîn ku birîna Kurdan çi ye û dermanê wê çi ne. Kurd êdî ne Kurdên sedsala 20an in. Kurdên sedsala 21mîn pir têgihiştîn in. Kurdên Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê niha xwedî mal û gelek pêş ketine.”

Abdullah Demirbaş hêvî xwest ku dawî li perçebûna Kurdistanê were û Kurdistaneke azad were avakirin û got: “Em hêvîdar in ku parçebûna çar parçeyên Kurdistanê ji holê rabe, Kurdistaneke azad, pêşketî û şanaz ava bibe. Girîngî û bangawaziya vê konferansê ev e. Ji Melayê Cizîrî heta Ehmedê Xanî, ji Şêx Ebdulselam Barzanî heta Mela Mistefa Barzanî, ji Cigerxwîn, Şêx Seîd, Seyît Riza hemû şehîdên Kurdistanê yekîtiya Kurd û Kurdistanê parastî ye û birîna me hemûyan ev bûye. Gotin bila Kurd û Kurdistanê yek bin û birînên xwe derman bikin.”

Kurd û Kurdistanî mifteya pêşxistina aştî, aramî, wekhevî û çareseriyê li Rojhilata Navîn in. Banga me ev e;  azadiya  Kurd ji bo hebûna Ereb, Faris û Tirkan ne xeter e. Divê ev welat yekîtî û mafên Kurdan yên rewa qebûl bikin.

Divê Kurd ji xwe bipirsin çima di sedsala 21emîn de nikarin bibin xwedî statû. Ev birînek di dilê me de ye, lê ne bêçare ye. Dermankirina vê birînê di destê me de ye.”

Osman Baydemir: Divê Kurd li siyaseta xwe vegere

 

Di nava Konfransê de, Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî beşdar bû.

Parlamenterê berê yê HDPê Osmanê Baydemîr di derbarê encamên hilbijartinên îsal ên li Tirkiyê de, ji Rûdawê re axivî û got, ev encam bi dilê wî bixwe jî nebû ne, lê divê aliyên siyasî yên Kurdî, dersên pêwîst ji wan hilbijartinan werbigrin, û hemû alî bihev re kar bikin da ku di pêşerojê de destkeftên Kurdan berfirehtir bikin.

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an  li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji aliyê welatên weke Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Yûnan, Japan, Romanya,  Kirwatya, Slovenya û Sirbistanê ve hatiye îmzekirin.

Peymana Lozanê ku yek ji peymanên dîrokî ye, ji ber berjewendiyên çend dewlet û hêzên cîhanê li gorî wê peymanê erdnigariya Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hat perçekirin.