Belemeke ku koçberên Kurd tê de ne li nêzîkî giraveke Yunanistanê rêgirî lê tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Komeleya Penaberên Vegeriyayî ragihand, li nêzîkî girava Giritê ya Yunanistanê belemeke ku 90 koçber tê de ne û piraniya wan Kurd in li nêzîkî giraveke Yunanistanê rêgirî lê hatiye kirin, jiyana wan di metirsiyê de ye.

Nûnerê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Pêşrew Ebdullah îro Şemiyê 10ê Hezîrana 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Belemeke koçberan ku ev 3 roj in ji Tirkiyê ber bi welatên Ewropayê birê ketiye û li nêzîkî girava Girîtê ya Yunanistanê rêgirî lê hatiye kirin û jiyana 90 koçberan ku piraniya wan Kurd in, di metirsiyê de ye.”

Pêşrew Ebdullah ê ku niha li Yunanistanê ye destnîşan kir ku piraniya koçberên ji parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ne û her wiha welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî tê de ku û jin û zarok jî bi wan re ne.

Pêşrew Ebdullah got, “Me vê sibehê Polîsên Ewlekariya Peravê ya Yunanistanê agahdar kirin. Heta ew ketine nav livûtevgerê belem çûbû û cihê xwe guhertibû. Niha ji kar ketiye û em li ser xetê ne ku Polîsên Ewlekariya Peravê ya Yunanistanê wan rizgar bikin.”

Li gorî dîmeneke koçberên di belemê de ku ji aliyê Komeleya Penaberên Vegeriyayî ve ji Rûdawê re hatiye şandin, yek ji wan koçberan dibêje, “Ev zilam (xwediyê belemê) ber bi keştiyekê ve diçe, her diçe û em nizanin bi ku ve diçe.”