Polanda li ser sînorê xwe yê bi Belarusê re dîwar ava dike

Hewlêr (Rûdaw) - Polanda zêdetir ji salekê ye ku li ser sînorê xwe yê li gel Belarusê dîwareke bilind lê dike. Dirêjahiya wî dîwarî 180 kîlometre ye û heya niha 135 kîlometre ji wî dîwarî hatiye temamkirin.

Proje ji aliyê Polandayê ve ji bo rêgirîkirina koçberan tê cîbicîkirin û 376 milyon dolar lê diçin.

Ji destpêka îsal ve dest bi çêkirina dîwar hatiye kirin û heta niha 135 kîlometre hatine temamkirin.

Pasavanê sînorê Polandê dibêje, tenê ji destpêka vê mehê ve 145 hewlên derbasbûna koçberan hatine tomarkirin û rojane jî bi dehan kes hewl didin sînor derbas bikin.

Pasavanê sînorê Polandê, Katarzenaz Danoviç dibêje, “Hemû dîwar dikarin bên derbaskirin, eger amûrên pêwîst hebin. Amûrên pêwîst ên berpirsên Belarûsê hene, (ku dibe koçber bikar bînin). Ji ber wê divê em berdewam hişyar bin û bi awayekî berdewam çavdêriya dîwar bikin.”

Berpirsên Polandê destnîşan dikin, ku çêkirina vî dîwarî ji bo rêgirîkirina refên koçberan têr nake, belkî dîwar bi kamerayên çavdêrî û kamerayên germbûnê bihêztir dikin.

Li gor berpirsên Polandê, ji serê vê salê ve heta niha 4 hezar û 280 kes ji Belarûsê bi rêyên cuda hewla derbasbûna sînor dane.

Lezek, pasevanê sînor dibêje, "Me tunelek dît ku du heta sê metreyan fireh bû û nîv metre jî kûr bû. Deriyê tunelê bi naylonekî kesk û çilqê daran hatibû veşartin. Ji ber wê me nikaribû li aliyê sînorê xwe bidîta."

Li xala sînorî yê Kujnîka cihê ku meha Mijdara par nêzîkî 5 hezar koçber lê asê mabûn jî dîwar tê çêkirin.

Koçber destpêka demsala payîza sala 2021ê bi ref ji Belarusê berê xwe dan sînorê Polandayê da ku xwe bigihînin Almanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê.

Piraniya wan koçberan jî welatiyên Kurdistan û Sûriye û Yemenê bûn. Wê demê 24 koçberan canê xwe ji dest dan, ku hinek ji wan Kurd bûn.