Yekîtiya Afrîkayê: Ji ber şerê Ukrayna û Rûsyayê dê xela dest pê bike

10-06-2022
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Afrîkayê Şerê Rûsya û Ukraynayê Xela
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekîtiya Afrîkayê Macky Sall diyar kir ku şerê Ûkrayna û Rûsyayê li Afrîkayê bandorên cidî dike û got, "Eger genim neyê hilberandin, em ê bi xelayeke gelekî giran re rû bi rû bimînin ku dikare aramiya parzemîna Afrîkayê xera bike."

Macky Sall ku di heman demê de Serokê Senegalê ye, li paytexta Fransayê Parîsê bi kanala France 24 û radyoya RFI re hevpeyvîneke taybet kir.

Sall li ser serdana xwe ya hefteya borî ya Rûsyayê diyar kir ku wî wek Serokê Yekîtiya Afrîkayê ji ber şerê Ukraynayê û Rûsyayê li Afrîkayê kêmasiya genim û gubreyê ragihîne bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêk aniye.

Sall da zanîn ku wî ji Pûtîn xwestiye ku ji bo serbestiya dexlên li Ukraynayê bi rêya bendera Odessayê, alîkariya Afrîkayê ji bo gihîştina gubre û dexl bike û banga rawestandina şer kir.

Sall her wiha anî ziman, "Eger genim neyê hilberandin, em ê bi xelayeke gelekî giran re rû bi rû bimînin ku dikare aramiya parzemîna Afrîkayê xera bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst