Sirbistan û Tirkiyê dest bi derbasbûna bi nasnameyan kirin

10-06-2022
RÛDAW
Nîşan Sirbistan Tirkiye Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sirbistanê rêkarên yasayî yên pêwîst ji bo ku biryara pêkanîna derbasbûna bi nasnameyê bi Tirkiyê re, pêk aniye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê hikûmetê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li gor peymana ku li ser navê pêşxistina têkiliyên her du welatan hatiye îmzekirin, welatiyên Tirkiye û Sirbistanê êdî dikarin bi nasnameya xwe derbasî van welatan bibin.

Hat destnîşankirin ku derbasbûna bi nasnameyê dê bandorê li aboriya her du welatan bike û tê payîn ku rêjeya geştyarên her du welatan zêde bibe.

Balyozê Tirkiyê yê Belgradê Hamî Aksoy diyar kir ku piştî biryara Hikûmeta Sirbistanê di demeke nêz de di navbera aliyan de dê protokolek bê îmzekirin û geşta bi nasnameyê dest pê dike.

Tê zanîn ku welatiyên Tirkiyê dikarin bi nasnameyê derbasî Gurcistanê jî bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst