Konseya Ewropayê têkildarî Demirtaş dem da Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî cîbicîkirina biryara berdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dem da Tirkiyê.

Parêzera Demirtaş, Benan Molu li ser twittera xwe ev biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê aşkere kir û ragihand, heta 22ê Hezîranê wate 12 rojên din dem bi Tirkiyê hatiye dan, ku nexşerêyekê bo xurtkirina serxwebûna darazê amade bike.

Benan Molu dibêje: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta 22 Hezîranê dem da Tirkiyê ku têkildarî biryara Dayireya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Selahattin Demirtaş de ku ji aliyê Enqerê ve nehat cîbicîkirin, nexşerêyek amade bike, ku rêkarên ji bo xurtkirina serxwebûna darazê li xwe bigire.”

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpa herwiha hişyarî daye Tirkiyê ku eger eger Osman Kavala li gor biryara DMME di zûtirîn dem de neyê berdan, ew bi biryar in ku mekanîzma sizakirinê li dijî Tirkîyê li gorî xala 46/4 a Peymanê bikar bînin.

Parêzer Benan Molu dibêje, di biryara Komîteyê ya têkildarî Kavala de, hate tekezkirin ku Plana Çalakiya Mafên Mirovan nivîsek dûrî standardên DMME û Konseya Ewrûpa ye ji bo ku dadgeh ne di bin bandora rêveberan de be.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê herwiha destnşan kiriye, ji bo serxwebûna Komîteya Dadwer û Dozgeran, pêwîst e Tirkiye guhertinên qanûnî yên pêwîst bike.