Rêxistina Alexei Navalny hat qedexekirin

10-06-2021
RÛDAW
Nîşan Alexei Navalny Rûsya Vladimir Putin Rûbirûbûna Gendeliyê Moskow
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Moskowê biryara qedexekirina rêxistina serkirdeyê desteserkirî yê opozisyona Rûsyayê Alexei Navalny derxist û ew rêxistin wek rêxistineke neyasayî binav kir.

Dadgeha Bajarê Moskowê di rûniştineke de roja Çarşemê 9ê Hezîrana 2021, biryar da Rêxistina Rûbirûbûna Gendeliyê wek rêxistineke neyasayî binasîne û ragihand ku karê wê rêxistinê di dema borî de derxistina kîn û nefretê bûye li Rûsyayê.

Li gor wê biryarê Rêxistina Rûbirûbûna Gendeliyê ku 10 sal berî niha ji aliyê Alexei Navalny ve hatiye damezrandin, ji niha û şûn de li Rûsyayê hemû kar û çalakiyek lê tê qedexekirin û biryara dadgehê jî rasterast çûye warê cîbicîkirinê.

Parêzerê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di vê derbarê de ragihand ku wê rêxistinê ji xeynî wê tevlîhevî li nav Rûsyayê çêkiriye û hewl daye fikra tundûtûjî û nefret û kînê belav bike ku bûye sedema aloziyê li Rûsyayê.

Rûniştina dadgehê 12 demjimêran berdewam kir û êvara Çarşemê biryar di daxuyaniyeke dadgehê de hat eşkerekirin.

Alexey Zhafyarov, Berdevkê Dozgeriya Giştî ya Moskowê, li ser wê rêxistinê got, “Eşkere bû ku karê wê rêxistinê ne tenê belavkirina zanyariyan bûye ku bûye sedema çêkirina kîn û nefret û dijminatiyê li dijî berpirsên hikûmetê, herwiha karê radîkal û tawan jî kiriye. Piştî guh li axaftinan hat girtin dadgeh ligel belgeyên Dozgeriya Giştî hevra bû li ser wêya biryar bide vê rêxistinê qedexe bike. Li gor me hinceta yasayî ya biryara dadgehê heye û cihê baweriyê ye.”

Alexei Navalny ê 45 salî ku wek rexnegirê tund ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tê naskirin, destpêka îsal dema ji Almanyayê vegeriya li Firokexaneya Moskowê hat desteserkirin û destpêka meha Sibatê jî dadgehê biryara zîndankirina wî bo dema sê sal û nîvan derxist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst