Li Amerîkayê xwekuştin zêde bûye

Silêmanî (Rûdaw) – Amarên fermî yên Amerîkayê derdixin holê ku bûyerên xwekuştinê li Amerîkayê bi awayekî berçav zêde bûne ku nîvê kesên xwe kuştine, ti nexweşiyeke wan a derûnî tinebûye.

 

Navenda kontrolkirin û piştgirîkirina nexweşan a li Amerîkayê diyar dike ku di navbera salên 1999-2016an de xwekuştin li gelek eyaletên Amerîkayê zêde bûye û li nîvê eyaletan xwekujî heta radeya %30 zêde bûye.

 

Navenda Amerîkî destnîşan dike ku her çiqas nexweşiya derûnî sedema sereke ya xwekuştinê ye, nîvê kesên ku di sala 2015an de li 27 eyaletên Amerîkayê xwe kuştine, ti nexweşiyeke wan a derûnî nehatiye dîtin.

 

Li gor heman amaran, piraniya kesên ku xwe dikujin, temenên wan di navbera 45 – 65 salî de bûne û xwekuştin herî kêm jî di temenên navbera 10 – 24 salî de hatiye dîtin.

 

Pisporên Amerîkî dibêjin ku ji bilî nexweşiyên derûnî, hinek sedemên din jî îhtimala xwekuştinê zêde dikin, weke pirsgirêkên civakî, pirsgirêkên aborî û lawaziya şiyana çareserkirina pirsgirêkên jiyanê.

 

Li Amerîkayê di sala 2016an de 45 hezar kesan xwe kuştine.