Katalonyayê jî dema referandûma serxwebûnê diyar kir
Hewlêr (Rûdaw) – Herweke Herêma Kurdistanê, li Herêma Katalonyayê jî serokê herêmê, hemû wezîr û parlamenterên herêmê civiyan û roja referandûma cudabûna ji Îspanyayê diyar kirin.
Serok, wezîr û parlamenterên herêma Katalonyayê roja 9ê Hezîranê li pêşiya avahiya Serokatiya Katalonyayê kombûn.
Serokê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont bi daxuyaniyekê ragihand, roja 1ê Mijdarê (01-11-2017) dê ji bo serxwebûnê referandûmê bikin.
Carles Puigdemont got: “Em îro ahengeke taybet digêrin. Bi civîneke taybet a ligel hikûmetê biryarek derbarê diyarkirina çarenivîsa xwe de me girt. Referandûm dê roja 1ê Mijdarê de were kirin. pirs dê ev be; ka gelo Katalonya dixwaze bibe dewleteke serbixwe?”
Puigdemont da zanîn, ku dê vê pirsê bi sê zimanan, bi katelonî, îspanî û aranesî ji gel bipirsin.
Nêrîna kateloniyan
Li kolanên Katalonya derbarê referandûmê de nêrînên cuda hene. Beşek ji wan geşbîn û beşek jî reşbîn in. Piraniya kateloniyan dibêjin, eger cuda jî bibin, pêwendiyên wan ên ligel Îspanyayê pir giring in.
Hemwelatiyê bi navê George Salamon dibêje: “Eger daxwazeke giştî hebe ku bixwaze Katalonya bibe komareke cuda, bi nêrîna min ev baş e. Lê divê dîsa pêwendiyên Katalonyayê ligel Îspanyayê hebin. Ez naxwazim em bi temamî ji wan cuda bibin.”
Hejmara wan kesên ku piştgirî didin Îspanyayekî yekgirtî jî ne kêm in.
Daniel Canyo jî dibêje: “Bi baweriya min Katalonya ti caran ji Îspanyayê cuda nabe. Herçend hewla cudabûnê jî didin lê ez dibêjim ev tiştekî bê wate ye.”
Hikûmeta Îspanyayê li dij e
Hikûmeta navendî ya Îspanyayê li dijî biryara referndûmê derdikeve û biryarê ne yasayî dibîne. Bi vî armancî, tê pêşbînîkirin ji bo betalkirina biryarê here Dadgeha Destûrî.
Katalonyayê roja 9ê Mijdara 2014ê careke din referandûm kiribû. Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 37.2 bû. Ji sedî 80.76ê beşdaran dengê xwe dabûne serxwebûna Katalonyayê. Lê liser daxwaza hikûmeta Îspanyayê, Dadgeha Destûrî ev referandûm qebûl nekiribû.
Katalonya herêmêkî Îspanyayê ye. Paytexta wî Barselona ye û hejmara şêniyê wî 7 milyon kes e.