Nancy Pelosi: Berdewamiya guftûgoyên bi Herêma Kurdistanê re gelekî girîng e

10-05-2024
RÛDAW
Seroka berê ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi
Seroka berê ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi
Nîşan Nancy Pelosi Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka berê ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosiyê diyar kir ku berdewamiya guftûgoyên bi Herêma Kurdistanê girîng e û bi wê mebestê jî ew çûye cem Serokê Herêma Kurdistanê.

Seroka berê ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi îro ji berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Nancy Pelosiyê amaje bi wê yekê kir ku rêzeke wê ya zêde ji bo Herêma Kurdistanê heye.

Nancy Pelosiyê behsa civîna xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Lûtkeya Ewlehiyê ya Munîhê kir û got:

“Ez di wê baweriyê de me berdewamiya guftûgoyên me yên bi Herêma Kurdistanê re gelekî girîng in.

Hem li vir û hem jî li wir.

Ji ber wê ez çûm odeya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo nîşandana rêza xwe.

Ev girîng e em şandeyeke hevbeş a Komariyan û Demokratan bûn. Em ji vir çûn û me ew dît.”

Nancy Pelosi li ser hilbijartinên Amerîkayê jî axivî û da zanîn ku eger wisa berdewam bike berbijêrên Komariyan Donald Trump dê bi ser nekeve û Joe Biden dê careke din were hilbijartin.

Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê dê 5ê Çiriya Paşîna 2024an bên kirin.

Berbijêrê Komariyan ê serokatiyê Donald Trump û berbijêrê Demokratan jî Joe Biden e.

Li gorî rapirsiyan Donald Trump ji sedî 44ê dengan û Joe Biden jî 43yê dengan bi dest dixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst