Piştî baraneke gur lehî rabû: 228 kes mirin!

10-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kenya Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barana bihêz û berdewam li Kenyayê lehî rabû, heta niha 228 kesan canê xwe ji dest daye.

Wêlatiya Kenyayê Tabîsa Kalîbê eşkere kir ku ew li dûrî malên xwe radikevin û ti alîkarî negiştine wan.

Li gorî gotina Tabîsa Kalîbeyê heta niha wan konek jî wernegirtiye û cihek nîne ku ew tê de xwarinê amade bikin.

Ew neçar dimînin li restorantan xwarinê bixwin lê xwarinên restorantan jî biha ne û derfeta wan nîne wan xwarinan jî bikirin.

Ji Adarê ve li cihên cuda yên Kenyayê lehî rabûne lê bandora vê lehiyê gelekî zêde ye.

Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Kenyayê 228 kes ji ber lehiyê mirine û 72 kes jî winda ne.

Li herêma lehiye 480 hezar kes hene ku 250 hezar kes ji wan koçber bûne.

“Lehiyê 14 rojan berdewam kir”

Welatiyê bi navê Omer Remezan behsa mezinahiya lehiyê kir û got:

“Ya îsal mezintir e. Lehiya sala borî 4 rojan berdewam kiribû lê îsal 14 rojan berdewam kir.

Ti hêviyeke me nîne ku heta 2-3 rojan rewş baş bibe.

Em neçar in çend rojên din li derve bimînin.”

Li gorî berpirsên Kenyayê lehî ji ber guherîna avhewayê rabûye û bandoreke mezin li cotkaran jî kiriye.

Welatiyê bi navê Silêman Vuya Ebulahî jî amaje bi bandora lehiyê ya li ser cotkaran kir û got:

“Xelkê vir debara xwe bi cotkariyê dike. Dema lehî rabû zevî ji nav çûn û rêyên çend herêman jî ji hev ketin.

Ev jî bû sedem ku xwarin û pêwîstiyên taybet negihêje welatiyan.”

Kenya yek ji welatên rojhilatê Efrîqayê ye ku salane 1000 milîmetr baran lê dibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst