Ji civîna wezîrên derve yên 4 welatan encamek derneket

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê, îro 10ê Gulanê li paytext Moskowê ya Rûsyayê civiyan. Ji civîne ku naveroka wê ya bingehîn peywendiyên Enqere û Şamê bûn, encameke berbiçav derneket.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emir Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad, îro 10ê Gulana 2023ê li Moskowê bi armanca asayîkirina peywendiyên Tirkiye-Sûriyê civiyan.

Mevlut Çavuşoglu, derbarê civîna 4 alî de li ser hesabê xwe yê Twiterê ragihand: “Di civîna li Moskowê ya 4 wezîrên derve ya mijara wê Sûriyê de, hevkariya di rûbirûbûna terorê de, di nav hevkariyê de avakirina derfetan ji bo vegerê, pêşvebirina pêvajoya siyasî û pêwîstiya parastina yekbûna axa Sûriyê hat destnîşankirin.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Mijara ji nû ve avakirina peywendiyên Sûriye û Tirkiyê bi berfirehî hat nirxandin. Aliyên civînê di çarçoveya biryara 2254 a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û daxuyaniyên fermî ên di çarçoveya civînên Astanayê de `serwerî û yekbûna axa Sûriyê, pabendbûna tekoşîna li dijî hemû curên terorê, ji bo vegera bi dilxwazî û bi awayekî ewle ya welatiyên Sûriyê bo axa wan pêwîstiya alîkariyên navdewletî bo Sûriyê hat destnîşankiirn.”

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emir Ebdullahiyan jî ragihand, civîna wezîrên derve ya 4 welatan bo bihêzkirina cîrantiya baş a di navbera Tirkiye û Sûriyê de peyameke bihêz e.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad jî di civînê de got “Armanca bingehîn a Sûriyê ew e; tevî hêzên Tirkiyê dawî li hebûna neyasayî ya hemû hêzên leşkerî li ser axa xwe bîne. Heta di vê mijarê de pêşketin çênebe, dê encamên rasteqîn bidest nekevin. Em ê bi her awayî, bo paş de vegerandinê bixebitin, daxwaz bikin û bi israr bin.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ragihand, civîna 4 wezîran erênî derbas bûye û ji bo pêşxistina peywendiyên Tirkiye û Sûriyê biryar hatiye dayîn, cîgirên wezîrên derve yên 4 welatan bi hevahengiya ligel wezaretên berevanî û îstixbaratên welatan nexşerêyekê amade bikin.