Amerîkayê cardin vegera Sûriyê bo nava Komkara Erebî rexne kir

10-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka careke din biryara Komkara Erebî ji bo vegera Sûriyê rexne kir û tekez kir ku dê berdewam be liser gehandina alîkariyên mirovî bo gelê Sûriyê û rêgirtin li vegera DAIŞê.

Li ser vegerandina Sûriyê ji bo nav Komkara Erebî gelek karvedan çêbûne, çi li nav Sûriyê û çi jî ya welatên herêmî û cîhanê.

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê Vedant Patel di konfiranseke rojnamevanî de careke din helwesta Amerîkayê ya li dijî biryara Komkara Erebî ji bo vegera Sûriyê nîşan da û ew biryar rexne kir.

Vedant Patel got ku ew dibînin Sûriye nehejayî vegere nava Komkara Erebî û diyar kir ku Amerîka peywendiyên xwe bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re asayî nake û piştgiriya ti hevpeymaneke xwe jî nake liser gavek bi vî awayî.

Patel herwiha got, wan armancên hevbeş ligel hevbeşên xwe yên Ereb hene liser pirsa Sûriyê ji wan jî çareseriyeke siyasî li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî û ew dê berdewam ligel wan kar bikin ji bo gihandina alîkariyan bo xelkê Sûriyê û piştgiriya liser aramiya wê ji bo rêgirtin li vegera DAIŞê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst