Di navbera Filistîn û hêzên Îsraîlê pevçûn berdewam e

10-05-2021
RÛDAW
Di navebra Filistîn û hêzên Îsraîlê pevçûn berdewam e. Wêne: AP
Di navebra Filistîn û hêzên Îsraîlê pevçûn berdewam e. Wêne: AP
Nîşan Îsraîl Filistîn Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şer û alozî cardin li Qudsê derketin û 28 malbatên Ereb li taxa Şêx Cerah li rojhilatê Qudis Orşelîm hene û niha bi biryareke dadgehê divê 4 malbat malên xwe vala bikin, lê ew malbat dibêjin em bi tu awayî malên xwe bicih nahêlin.

Ev dîmen dîmenên kamîreyeke çavdêriyê ya Îsraîlê ye û weku tê de diyar e, xwepêşanderên Filistînî hewil didin ku dergehê bingeheke polîsên Îsraîl li Rojhilatê Qudsê Orşelîm bişkînin.

Dûr ji wê bingehê bi sed mirteyekî, dîmenên aloz tejî ji dengê fîşekên pilastîkî yên hêzên Israîlê û hewar û qîrîna Filistîniyan têne dîtin.

Rewşa rojhilatê Qudsê di 3 rojên borî de careke din hêzên Îsraîlê mizgefta Eqsa girtine û rê li ber welatiyên Filistînê jî girtine ku derbasî wê mizgefê bibin. Pevçûn bi şevê jî berdewam e û li gor amarên Heyva Sor ya Filistînî, heta niha zêdetirî 150 birîndaran hene.

28 malbatên Ereb li taxa Şêx Cerah li rojhilatê Qudis Orşelîm hene û niha bi biryareke dadgehê divê 4 malbat malên xwe vala bikin, lê ew malbat dibêjin em bi tu awayî malên xwe bicih nahêlin. Taxa Şêx Cerah nêzîkî 808 donimên zevî li xwe digre ku berî 73 salan hatiye vakirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje "Di çend rojên borî de şer û tundutujî li Orşelîm ji aliyê grûpên terorî ve zêde bûye. Em rê nadin kesekî ku aramiya Orşelîm têk bide. Divê hemû kes bizanibin ku Orşelîm paytexta Israîlê ye.Em dixwazin jêrxana wî beşê Orşelîmê bi teknolojiya pêşketî pêşbixin. Rê didin hemû olan ku nerîtên xwe yên olî bikin, lê dûr ji tundutujiyê."

Pevçûnan dadgeha Îsraîlê neçar kir ku rûniştina îro ya taybet bi cîbecîkirina biryara valakirina malbatên Erebên Qudisê bo rojeke din bê paşxistin.

Fişara lijneya çar alî, Amerîka, Rûsiya, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Ytekbûyî helwesta Israîlê hinekê guhertiye û hikûmetê jî soz daye ku rewşa Rojhilatê Qudis Orşelîm aram bike. Lê Netenyahû ku bihtirîn dengên nejad perestên Israîlê bidest xistiye, egera wê yekê tune ye ku destê xwe ji Qudsê berde, lê dibe ku alozî zêdetir bibin.

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê NY dibêje, divê Îsraîl pabendî aramî û rêzgirtina li mafê xwepêşandanên aştiyane be.

Berdevkê sekreterê giştî yê Netewên Yekbuyi, Stephane Dujarric di daxuyaniyekê de ragihand, sekreterê giştî ji tundûtîjiya li Qudsa Rojhilat dilgiran e, daxwaz ji Îsraîlê dike, derxistina xelkê rawestîne.

Li gor daxuyaniyê, Antonyo Guteress daxwaz kiriye, rewşa Qudsê weke xwe bimîne. Biryar e îro Duşemê Civata Ewlehiya Navdewletî derbarê aloziyên li Qudsê bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst