MOSKOW – Du birayên Ozbekî hewl didin nan bighînin xelkê

Moskow (Rûdaw) - Li Rûsyayê, ji ber qedexeya derketinê ya li çendîn navçeyan, hem xelk û hem jî firoşkar zehmetiyên mezin dikşînin. Li taxeke Moscowê jî tevahiya dukanan girtî ne û tenê dukaneke nanpêjiyê vekiriye û ji tevahiya wê taxê re nan û xwarinan çêdike.

Tedbîrên karantînayê li Moskowê ji ber Koronavîrûsê ta dawiya meha Gulanê hat dirêjkirin.

Li dukana nanpêjiyê, du bira ji bo dema 24 demjimêran dimînin û hewl didin ku nan û xwarinê bigihînin xelkê. Ew herdû bira ku xelkê Ozbekîstanê ne dibêjin, qedexe û karantînayê ziyaneke mezin gihandiye wan û karê wan bi temamî rawestiya bû, lê niha ew dixwazin hem alîkariya xelkê bikin û hem jî li ser karê xwe berdewam bin.

Enwer 13 sal e li Moskowê kar dike. Ew ajpêjekî profesyonel e û ti car bê kar nemaye. Her tim li restorantên navdar kar kiriye û dikare hemû xwarinên ozbekî yên neteweyî bipêje. Lê piştî ku restorant ket ber qedexeya vîrusa koronayê, Enwer mehek bê kar ma. Ji xwe ji ber dadana sînoran nekarî vegere Ozbekistanê jî.

Nanpêjê ji Ozbekistanê Enwer dibêje: “Em niha nanê ozbekî dipêjin. Nanê me li vê derê bi nav û deng e. Şêniyên taxê pir hez ji tamê nanê me dikin. Baş dikirin. Lewma jî em 24 demjimêr bê rawestan kar dikin. Em du nanpêj hevdû diguherin, lê tendûr her germ e. Mişterî zehfin, carna tên li ber dikanê dikevin rêzê, heta ku nan ji tendûrê derkeve. Berê karê min li restoranê baş bû, heta ku hat girtin. Niha em naxwazin ku ev kar jî, ji destê me derkeve."

Ji ber ku dikan ser rêye, ew borek û şîraniyên cor bi cur jî dijêjin, da ku jimara mişteriyên xwe zêdetir bikin. Jixwe di maweya mehekî de karîne ku bala şêniyên taxê bikşînin ser berhemên xwe. Ji bo wan a giring ew e, ku heta bidawîbûna tedbîrên karantînayê  bê kar nemînin.

Nanpêj û firoşkar Şerafeddîn jî got: “Rojê 400 - 450 nanê ozbekî û nêzî 50 somûn dipêjin. Bê guman, milet zêdetir nanê ozbekî dixwaze. Berê li vê taxê tendûr tune bû. Niha  500 metre dûrî me tendûreke din jî danîne. Lê, şikir, karê me baş e. Ji bilî nan, em şîranî û borekan jî lê dikin. Niha meha Remezanê ye jî, piranî ber êvarê ji malên xwe derdikevin, da ku hem hinek bigerin, hem jî nan û borek bikirin. Hêvî dikim, piştî karantînayê jî karê me baş be.”

Li Rûsyayê amara kesên bi vîrûsa Covid-19 kektine êdî ji 180 hezarî buhurîye. Rojane, ji 10 hezar zêdetir haletên nû yên tûşbûnê têne aşkerekirin. Moskow jî, her weke navenda şewbê dimîne.  Herçend rêveberiya Rûsyayê amadekarî dike ku qonax bi qonax tedbîrên karantînayê nermtir bike jî, diyar e li Moskowê jiyana civakî hêj demekî dirêj sînordar bimîne.