Beşdarbûna Kurdan di Şerê Cîhanê yê Duyem de

Hewlêr (Rûdaw) - Di vîdeoyeke qedîm a Sovyeta Berê de behsa beşdarbûna Kurdan di Şerê Cîhanî yê Duyem de tê kirin ku bi mêrxasî mil bi milê serbazên Sovyeta Berê şer kirine. Li Rûsyayê 9 Gulanê, Roja  Serfiraziya di Şerê Mezin ê Niştimanî de ye.

Hemû gelên Yekîtiya Sovyeta Berê, Kurd jî di nav de, Roja Serfiraziyê pîroz dikin û kesên bi jiyana xwe welat parastine, bibîr tînin.

Mareşalê Yekîtiya Sovyetê Ivan Bagramyan di bîranînên xwe de li ser beşdarbûna Kurdan di Şerê Niştîmanî de nivîsiye:

"Di salên Şerê Mezin ê Niştîmanî de (Şerê Cîhanê yê Duyem), dema Yekîtiya Sovyetê rûbirûyê metirsiyeke kujende bû, ku gelê Kurd cara yekem di dîroka xwe de azadiya neteweyî ya rastîn û bextewerî lê bi dest xistine, Kurdan jî mîna  gelên din ên bira, xwe wek niştîmanperwerên qewîn ên Sovyetê ispat kirin.  Hemû şervanên Sovyetê yên Kurd, ku min di eniyê de li rex wan şer kiriye, erkên xwe yên serbazî bi mêrxasî pêk anîne."

Ev yek di wê demê de ye ku Kurdên Yekîtiya Sovyetê di salên 1936-1944an de rûbirûyê zordestî û sîtemkariya rejîma Stalîn a zalimane bûbûn.

Li gor vîdeoyê ku ji Rûsî bo Kurdî hatiye wergerandin, şervanên Kurd di gelek eniyan de beşdarî şerê dijî artêşa Alman a Naziyan bûne; bi taybetî di berevaniya Moskow, Lenîngrad û Stalîngradê, di şerê berevaniya Kafkasyayê de, di rizgarkirina Kirimê de; di nav hêzên eniyên Ûkrayna, Belarûs û Baltikê de.

Gelek Kurd di cengên rizgarkirina  bajarên Ewropî yên mîna Belgrad û Varşova, Bûdapeşte û Viyaneyê  de, herwiha li Prussyaya Rojhilatî di têkşikandina artêşa Naziyan de, di derbasbûna Çemê Oderê û kontrolkirina Berlînê de jî bi mêrxasî şer kirine.

Şervanên Kurd di nav wan hêzên Sovyetê de jî cîh girtibûn ku dijî artêşa Kwantung a Japonî şer dikirin. Mêrxasên Kurd li Ûkrayna û Fransa jî di refên tolhildêrên gel de jî mêrxasî nîşan dane.

Gelek şervanên Kurd bi paşnavên Azerî, Ermenî û Turkmenistanî şer kirine û lewma jî navê piraniya wan di nav lîsteyên giştî yên wan gelan de wenda bûne. Lê dîsa jî qehremaniya wan xizmeta serfiraziya gelê Sovyetê ya di şerê herî xwînrej ê di dîroka mirovayetîyê de kiriye.

Bi saya keda  bêhempa ya zanayê Kurd Xemo Çetoyev piştî demekê navê gelek şervanên Kurd û çîrokên qehremaniya wan a di Şerê Cîhanê yê Duyem de hatine peydakirin.

Navên beşek ji wan Kurdên ku beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyem bûne;

Verdiyev Ewez Heşîm ogli, Memmedov Hemze Cebrayil ogli, Siyabendov Semend Aliyevîç, Mustafayev Bekir Dursunovîç, Nebiyev Şemil Xidirovîç, Kalaşyan Mecîd Aliyevîç, Rizgiyev Cindo, Abbasov Letîf Balaceyevîç, Abdullayev Mûsa Aliyevîç, Abdullayev Oruc Hesenovîç, Abuşov Abûş Idadovîç, Avdalyan Başdî Şemoyevîç, Avdoyan Sifûk Şaveşovîç, Avdoyev Elî Mistoyevîç, Avdoyev Nabrî Rutoyevîç, Acoyev Celîl Şakîrovîç, Azmanov Ûbeyt Amarovîç, Aliyev Adil Recebovîç, Aliyev Aydin Siloyevîç, Aliyev Husen Kerîmovîç, Aloyan Mixayil Cindiyevîç, Esadov Alaş Kûmayevîç, Esedyan Kerem Keleşovîç, Ehmedov Penah Nagiyevîç, Ehmedov Feremez Suleymanovîç, Ehmedov Suleyman Tehmez ogli, Ehmedov Hesen Tehmez ogli, Axoyan Seydo Dadayevîç, Bayramov Zaman Abdullayevîç, Bakoyev Ûsîk Bakoyevîç, Bekroyev Teymûraz Mamoyevîç, Baloyev Teymûr Abbas ogli

Cevoyan Wezîr Asoyevîç, Hesenov Memed Mûradxanovîç, Hesenyan Xudada Kalaşovîç, Daloyan Casim Atarovîç, Ceferov Salah Bakîrovîç, Ceferov Sehet Qûliyevîç, Cindî Simoyê Sivûk, Kaloyan Ehmed Ismaîlovîç, Kasoyan Seîd Egîtovîç, Koçoyan Çaço Temoyevîç, Qûlamov Elî Zamanovîç, Nadîrov Îso Şamoyevîç, Qafarov Remezan Makarovîç, Keleşov Temo Mîxayilovîç, Keleşyan M. A., Biroyev Keleş Kerîmovîç, Kalûyan Fyodor Xatoyevîç, Memedov Kazim Bagirovîç, Memedov Elî Ebdurehmanovîç, Mehmûdov Ereb Eliyevîç, Mehmûdov Yûsûf Eliyevîç, Mûratov Xaçîk Şaboyevîç, Nebiyev Kemal Xidirovîç, Newrozov Îbrahim Ehmedovîç, Osmanov Sebrî Matoyevîç, Ozmanyan Nemo Atamovîç, Paracov Î.M., Rûsoyan Efo Xûdoyevîç,          Sadoyan Celîl Xanoyevîç.

Suleymanov Mûraz Mîrzoyevîç, Sûltanov Darab Cabarovîç, Temoyev Prîstav Qûliyevîç, Selmoyan Germir Sayadovîç, Sloyan Sivîk Alîyevîç, Siloyan Cimo Asoyevîç, Suloyev Amar Usibovîç, Tamîrov Ceko Şaveşovîç, Temoyev Efo Cevoyevîç, Teymûrov Çamîr Yûsûpovîç – mîralay, Teymûrov Hiso, Seferov Elî Kûrîmovîç, Ûsoyev Seidê Eslan, Ûsibyan Dewrêşê Serdar, Ferecov Bextiyar Xanlarovîç, Ferecov Îbrahîm Memedovîç, Faroyan Qûlî Koçoyevîç, Xşdoyan Ordî Xardiyevîç, Xûdoyan Mûraz Mardoyevîç, Xûdoyan Selîm Abasovîç, Xûmoyan Celîl Mistoyevîç,Şemilzade Gurşad Şamilevîç, Çeroyev Î.Ş., Şeroyev Ehmed Îbrahîmovîç, Şîrînov Îbrahîm Îbdullayevîç, Şavêşyan Emê Seyadovîç, Çetoyev Tîmûr Magoyevîç, Çaloyan D.A., Çaloyev Efo Makarovîç, Yaratov Mîxayîl Kasoyevîç.