Amerîka ji Erebistan û Îmaratê daxwaz dike ku zêdetir petrol bixin bazarê

Waşington (Rûdaw) – Amerîka ji Erebistana Siûdî û Îmaratê daxwaz dike ku berhemanîna petrolê zêde bikin daku dorpêçên ser sektora petrola Îranê, li bazarê alozî çêneke.

 

Amerîkayê ne tenê sektora petrola Îranê kiriye armanc, Waşingtonê herî dawî dorpêça aborî bi ser sektora kanza û petrokîmyaya Îranê de jî sepand.

 

Ji bilî van jî, Amerîka petrola xwe ya depokirî zêdetir dixe bazarê, ev jî weke pêngavek ji bo rêgirtina bilindbûna bihayê enerjiyê li bazaran.

 

Şîrovekarê li Saziya Washington David Pollock ragihand: “Giring e ku ew yek li bîra me be ku Amerîka ji bo xwe pişta xwe bi Petrola Siûdiye girê nade lê aboriya cîhanê bi awayekî berçav pişta xwe bi petrola Siûdiye girê dide. Bersivdana Îranê ne tenê dorpêç in, lê piştgîrîkirina wan welatan e ku li wê navçeyê neyarên belavbûna desthilata Îranê ne.”

 

Lê belê Amerîka tenê bi hevpeymanên xwe ve pişta xwe girênade û li gel zêdekirina berhemanîna petrolê, çavkaniyên din ên enerjiyê jî zêde dike.

 

Mamosteyê Zanîngeha National Defence Paul Sullivan diyar kir: “Em kar li ser gelek sîstemên din yên berhemanîna enerjiyê dikin. Yek ji giringtirîn sîstem berhemanîna enerjiyê bi rêya bayê. Yek ji mezintrîn wilayetên ku enerjiya ba bi awayekî berçav geşe dike, Teksas e. Teksas herwiha di warê petrolê de jî geşe dike, bi taybetî li hewzê Pêrmiyan. Petrola Hewzê Pêrmiyan gelek zêde ye heya wê radeya ku boriyên wan yê pêwîst nîn in ku petrolê pê veguhêzin.”

 

Beriya zêdekirina berhemanîna petrolê û rakişandina boriya veguhestina petrolê, Amerîka rûbirûyî nerazîbûna jîngehdostên navxweyî yên welatê xwe jî dibe.

 

Çalakvana dijî boriya petrolê Maya K. Van Rossum dibêje: “200 rêxistin li seranserê Amerîka li jêr navê hewlekê bi navê boriyan ragirin, li dijî projeya kişandina boriyan e. Kişandina Boriyan li Amerîka ziyan gihandiye çend tax û navçeyan. Ji bo xatirê van boriyan daristan têne birîn, bandoreke xirab li karê biçûk yê xelkê heye, ev herwiha bandorê li ser guhertina keş û hewayê dikin û ziyanê digihênin çavkaniyê avê, ziyanê digihênin mal û milkên xelkê li seranserê Amerîka. Di dema projeyan de û di dema destbikarbûna wan û dema  ku li jêr erdê de ne ziyanê digihênin. Ji bilî van hemû ziyan, eger teqîna wan di her demekê de heye.”

 

Tevî zêdekirina berhemanîna petrolê, Amerîka herwiha petrola xwe ya depokirî jî dixe bazaran, weke pêngavek ji bo rêgirtina bilindbûna bihayê enerjiyê li bazaran.