MOSKOW – Di meşa “Lîwa Nemir” de wêneyê Kurdekî hebû

Moskow (Rûdaw) - Li Moskowê malbatên wan fermandar û leşkerên ku di şerê cîhanî yê duyemîn de beşdar bibûn û heya niha tu zaniyarî li ser çarenivîsa wan nehatiye bidestxistin, meşek saz kirin û têde wêneyên wan fermandar û leşkeran bilindkirin. Di nav wan wêneyan de, wêneya Kurdekî jî hebû, ku ew jî wek welatiyekî Yekîtiya Soviyêt li dijî Almanya şer kiribû

 

Li Moskowê piştî Rêşresma Serbazî ya bi boneyî 74emîn salvegera  Serkeftina li ser Almanyayê Naziyan, çalakiya girseyî ya bi navê “Lîwa  Nemir” destpê kir.

 

Meşa “Lîwa Nemir” ji bo bîranîna qurbaniyên şerê Nişîtmanî, ji aliya welatiyan ve tê bi rêkxistin û her beşdar wêneyên bapîr û dapîrên xwe ve tevli meşê dibin.

 

Şêniya bajarê Moskowê Savetlan ji Rûdawê re got: “Me bi malbatî beşdarî kiriye. Heya niha me hemû wêneyên kes û karên xwe ne anîne, ku beşdarî Şerê Niştîmanî kirine. Me tenê wêneyên du bapîr û du dapîrên xwe anîne.  Ruhê wan her tim bi me re ne. Em dixwazin bi beşdariya xwe ya vê meşê, ruhê wan bi bîr bînin û bêjin: Spas ji bo qehremaniya we, ji bo serkeftina we.”

 

Duyemîn Şerê Cîhanê, ji bo Yekîtiya Sovyetê weke Şerê Niştîmanî bû, ku tê de 26 mîlyon welatiyên wê bûne qurbanî.

 

Şêniya Snakt Pterbûrgê Katya jî wiha got: “Di Şerê Niştîmanî de almanan bajarê me Lenîngradê dorpêç kiribûn, têde nêzî mîlyonek kes ji serma û birçîbûnê miribûn. Dapîra min heta dawiyê li ber xwe daye û sax filitî ye. Niha ez bi wêneyê wê hatime vê meşê û pê serbilindim. Bila ti kes wî şerê xwînrêj jibîr neke û bila her kes qedrê aştiyê baş bizane. "

 

Meşa “Lîwa Nemir” ji taxa herî kenar a bakûrê Moskow destpê kir û ber bi Meydana Sor bi dehan kîlometre belav bû.

 

Di şerê dijî Naziyan de ji 70 neteweyên Sovyetê 11 hezar û 657 kes nasnavê Lehengê Yekîtiya Sovyetê wergirtine ku navê lehengê Kurd Semend Siyabendov jî tê de ye.

 

Ermeniyê ji Qerebaxa Çiya Karên Azaryan jî dibêje: “Bapîrê min sala 1937an ji Qrebaxê Çiya çûye xizmeta Artêşa. Sala 41ê wî di nameya xwe ya dawî de nivisiye ku ew dê di payîzê de vegere malê. Lê wî nekarîye, ji ber ku di havînê de êdî şer destpê kiribû. Ji wê rojê ta niha, malbata me ti agahî jê wernegirtiye."

 

Meşa `Lîwa Nemir` cara pêşîn sala 2012-an li bajarê Rûsyayê Tomskê hatiye lidarxistin. Niha ew çalakî li hemû bajarên Rûsyayê êdî bûye salane û îsal li dehan dewletên din jî birêve çû. Hejmara tenê meşvanên li Moskowê ji 70 hezar kesî derbas kir.