Şerê Îran û Îsraîlê li nav axa Sûriyê

Navenda Nûçeyan - Doh şev ji nav axa Sûriyê 20 rokêt li bilindahiyên Golanê (Colan) ketin û Artêşa Îsraîl jî navendên Sûriyê li derdora Şamê bombebaran kirin.

 

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke fermî de ragihand, ku Supaya Quds a Ser bi Supaya Pasdaran a Iranê ji nav axa Sûriyê ve 20 rokêt avêtin Colanê û fermandarê Supaya Qudsê, Qasim Sulêymanî bi xwe serperştiya wê êrîşê kiriye.

 

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, di encama wê êrişê de ti ziyanên canî bi çê nebûne.

 

Li hemberî wê êrişa bi rokêtî bo ser axa Îsraîlê, firokeyên şer ên Îsraîlê jî navendên leşkerî yên ser bi Îran, Hizbullah a Lubnan û hikûmeta Sûriyê li nav axa Sûriyê û bi taybet li derdora Şam a paytexta wî welatî kirin armanc û êrişî ser çend navendên wan aliyan kirin.

 

Li gorî zanyariyan, firokeyên Îsrîalê bi 30 rokêtan ew binkeyên Îran, Hizbullah û rejîma Sûriyê bombebaran kirine.

 

Tevî ku Artêşa Îsraîlê berdewam navendên leşkerî yên Sûriyê û Îranê li nav axa Sûriyê bombebaran dike, lê ev yekem car e ku artêşa Sûriyê eşkere behsa bombebarankirina Sûriyê dike.

 

Hikûmeta Sûriyê jî çend dîmenên vîdeoyî belav kirine û ragihandiye, ku sîstema berevaniya esmanî ya artêşa wî welatî çend mûşek û rokêtên Îsraîlî li esmanê Şamê têk birine.