John Kerry: Bankên Ewropayê bi xwe naxwazin li gel Îranê kar bikin

10-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Con Kêrî got, kertên bazirganî dorpêçên Amerîkayê weke hêcet bi kar tînin ku danûstandinên bazirganî lgel Îranê nekin.

 

John Kerry dibêje, dema ku hindek bank û kompanî bi sedemên din nexwazin ligel Komara Îslamî ya Îranê pêwdinyên bazirganî hebin, dorpêçên Amerîkayê dikin hêcet û mifaya xwe jê werdigrin.

 

Wezîrê Derve yê Amerîakyê ji bankên Ewropayê û aliyên din re dibêje, bi sedema rêkevtina etomî, niha Îran welateke ku vegeryaye nava bazirganiya cîhanê, ji bilî hindek saziyên taybet ku hîna di bin dorpêçan de ne, bi taybetî Supaya Pasdarên Îranê, hemû bazrganiyek bi Îranê re serbest e.

 

Kompanî û bankên navdewletî raghadine ku ew dilgiran in ji wan dorpêçên Amerîkayê ku hîna li ser Îranê mane, lê John Kerry dibêje, hemû bankek dikare ji bo Îranê hesabê veke û deynan bide wî welatî û hemû karên din ên yasayî li gel Îranê bike, lê ew kompanî û bank bi sedemên din naxwazin li gel Îranê kar bikin, vêca dorpêçên Amerîkayê weke hêcet tînin ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst