Çîn - Orkestra çû binê erdê! (Vîdyo)

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Guzhou ya Çînê, dika orkestrayê ket û di bûyerê de 8 kes birîndar bûn.

Li bajarê Bijie li eyaleta Guizhou, bûyerek sosret çêbû. Dema koma orkestrayê amadekariyên xwe dikir nişkave dik ket.

Li gorî wê vîdyoya ku bi kamerayeke amator hatiye girtin, di saniyekê de hemû endamên orkestrayê li ber çavên şefê orkestrayê wenda dibin!

Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de ku duh çêbibû 8 kes birîndar bûn ku rewşa du kesan baş nîne.