IOM: Rewşa Sûriyeyê nikare xwe li ber vegera bikom a penaberan bigire

10-04-2025
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) Vegera Koçberan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku ji ber ku rewşa Sûriyeyê hestyar e û nikare pêla vegera penaberan ragire ew vegera bikom a penaberên Sûriyeyî yên ji welatên Ewropayê nabînin.

Serokê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) Amy Pope li ser asayîbûna rewşa Sûriyeyê û ewlehiya wî welatî ya ji bo penaberan got:

“Rewşa niha ya Sûriyeyê hîn gelekî hestyar e, hîn şer û pevçûnên çekdarî mane û hîn beşeke mezin a welat rewşa wê hestyar e û ne guncav e ku xelk vegere wir.”

Tenê rojekê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, welatên Yekîtiya Ewropayê pêvajoya wergirtina daxwaza mafê penaberiyê ya ji bo Sûriyeyiyan rawestand lê piştî 5 mehan hîn rewş asayî nebûye.

Berpirsê rêxistina IOMê anî ziman:

“Em dizanin gelek kes hene ku bi germî li rewşa Sûriyeyê dinêrin û dixwazin beşek bin ji avakirina wî welatî.”

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, heta sala 2024an penaxwazên Sûriyeyî yên herî zêde li Almanyayê ne ku hejmara wan zêdetirî 716 hezar penaxwazan e.

Ji wan 64 hezaran daxwaza mafê penaberiyê ya siyasî kiriye.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî amaje pê dike ku ji 7 milyon û 400 hezar koçberên navxwe, milyonek û 950 hezar ji wan li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê hîn di kampan de dijîn.

Her wiha planek heye ku di 12 mehên pêş de, milyonek kes vegerin herêmên xwe.

Serokê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) Amy Pope got:

“Em dixwazin alîkariya wî xelkî bikin ku di nava ewlehiyê de vegerin herêmên xwe lê me li ser vegera bi kom bi hevkarên xwe re hevahengî kiriye lê ew dibêjin rewş nikare xwe li ber vegera bikom bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst