Amerîka - Di pîrozbahiya Cejna Remezanê de êrişa çekdarî: Gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Pensilvanyayê ya Amerîkayê di dema pîrozbahiyên Cejna Remezanê de êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî zanyariyên di êrişê de 5 kes birîndar bûn.

Li bajarê Philadelphiayê yê eyaleta Pensylvanyê ya Amerîkayê di dema çalakiya Cejna Remezanê de êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî nûçeyên medyaya Amerîkayê polîsê eyaletê lêkolînê dikin ka bûyer êrişek bi qestî bûye yan pevçûneke di navbera du komên dijber de bûye.

Li gorî navendên tenduristiyê yên Philadelphiayê, herî kêm 5 kesên birîndar li nexweşxaneyan in.

Li gorî çapemeniya Amerîkayê derbarê bûyerê de gelek tohmetbar hatine desteserkirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê gelek çek bi dest xistine.